Doz taloqî 15'ê kanûnê hat kirin

13:38

JINHA

STENBOL- Doza der barê "Gerînendeyên Weşana Giştî yên Nobedar" ên piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn îro li Dadgeha Stenbolê hat dîtin, heyeta dadgehê biryar da ku dosyayên dozê bibin yek û doz taloqî 15'ê kanûna 2016'an kir.

Doza der barê "Gerînendeyên Weşana Giştî yên Nobedar" ên piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn, yekemîn rûniştina dozê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de rojnameger Ayşe Duzkan, Midûrê Karên Nivîsê yê rojanemê Înan Kizilkaya û parêzerên wan amade bûn.

Destpêkê Midûrê Karên Nivîsê yê rojanemê Înan Kizilkaya parastina xwe kir û wiha axivî: "Di 16'ê Tebaxê de polîsên tîmên taybet bi çekên xwe bi ser me de girtin. Ez bi xebatkarên rojnameyê re hatim derpkirin û hatim binçavkirin. Ez bi Bîlîr Kaya re hefteyekê di bin çavan de mam. Mehekê ez di bin tecrîdê de hatim girtin. Parastina min û hevdîtina min a bi parêzeran re hat astengkirin. Dest danîn ser arşîvên rojnamê. Ji ber ez rojnamegerim bi awayekî bêmaf hatime girtin. Min nekarî ji ber şertên tecrîdê parastina xwe amade bikim. Ez dixwazim piştre parastina xwe bikim."

Rojnameger Ayşe Duzkan jî mafê axaftinê girt û ev tişt diyar kirin: "Min azadiya çapemeniyê parast û ji ber min rojekê li rojnameyê gerînedehî kir têm sûcdarkirin. Ev ne sûce. Ez dixwazim biryara beraata min bê dayîn."

Piştî Înan û Ayşeyê parêzer Ozcan Kilinç diyar kirin ku ew niha bi UYAP'ê parastinê dikin, belgeyên wan hatine desteserkirin û ji bo parastinek baş ew ji bo Înan Kizilkaya wext dixwazin. Parêzerê Ragip Duran Fîkret Îlkîz jî destnîşan kir ku ew biryara dosya bibin yek qebûl nakin lê ji ber nîqaşên azadiya çapemeniyê ew niha îtiraz nake.

Heyeta Dadgehê biryar da ku dosyaya Ayşe Duzkan û Ragip Duran bibin yek û ji bo Înan Kizilkaya parastina xwe amade bike doz taloqî 15'ê kanûna 2016'an kir.

(kom/rc)