Jinên Cizîrê dê li ber NY'î çalakî li dar bixin
13:42
JINHA
QAMIŞLO-Koordînasyona Kongreya Star ragihand ku bi biryareke hevbeş a rêxistinên jinan re wê li ber navenda NY'î ya li Rojava bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalekî pêk bînin.
Kongreya Star û rêxisistinên jinan yên Kantona Cizîrê dê çalekiyeke li bêşberî Navenda Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UN) a li Rojava bajarê Qamişlo li dar bixin. Li gor agahiyên ku Koordînasyona Kongreya Star parve kir, dê ev çalekî ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê. Li ser vê bingehê dê heyetek ji jinan jî serdana UN bike û daxwaznameya xwe ya azadiya Abdullah Ocalan ji wan re ragihînin.
Jinên ji bajarên din ên Kantonê jî dê werin Qamişlo û hewl bidin dengên xwe û daxwazên xwe ji rayedarên UN re vebêjin. Beriya vê jî Kongreya Star diyar kiribû ku ewê çalekiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û dawîkirina tecrîdê bi berdewamî pêş bixinin.
(en/rc)