Gelo jina birîndar a îskence lê hatî kirin Saime Avşin e?

14:14

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Tê gotin ku dîmenê ser medyaya civaki hati parkirin ê endama YJA Star Saime Avşin (Avaşin Gabar) ku di pevçuna di 28’ê tebaxê de li bajaroka Robaroka Şemzînanê birnîndarbûyiye.

Tê gotin ku dîmenê ser medyaya civaki hati parkirin ê endama YJA Star Saime Avşin (Avaşin Gabar) ku di pevçuna di 28’ê tebaxê de li bajaroka Robaroka Şemzînanê birnîndarbûyiye. Di dîmen de tê dîtin di nava avê de ser keviran kaş dike û îskence lê dikin. Li gorî nûçeyên berê hatîn weşandin jî tê piştrastkirin ku Saime ye. Di daxuyaniya HPG’ê ya ku ANF’ê di 29’ê tebaxê de cîh dayê de jî wihaye; “Di 28’ê tebaxê de hêzên me ser qereqola Çemê Kurkê ya Şemzînana Colemêrgê çalakî kirin. Li wê du çawişên pisporên birîndarbûn paşê mirin. Di heman çalakiyê de gerilayek me jî dîl ketiye destê wan. Navê gerilaya me ya dîlketî dest Avaşin Gabar (Saime Avaşin) e.”

Li gorî nûçeyên di 29’ê tebaxê de ketine ajansan di pevçunên li bejahiyên Navberojan, Mawan û Robaroka Şemzînanê qewimî de 3 gerilayên HPG/YJA Starê jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku jina mijara gotinê di wesayîta zirxî de rastî îskenceya polisan hatiye. Her wiha jina navê wê nehat zanîn ji dest û lingê xwe birîndar li Nexweşxana Dewletê ya Şemzînanê rastî îskence û bêmafiya tîmên taybet hatiye.

Hem di wêneyan de hem jî di dîmenan de tê dîtin ku ew jin ji lingê xwe birîndare, ev jî îhtimala dibe ku ew jin be mezin dike.

Her wiha di nava agahiyan de dîroka pevçunê jî tê dîtin hemane 28’ê tebaxê ye.

(zt)