Xelata Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz dan JINHA yê
16:27
JINHA
STENBOL - 24'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yê Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Xelata Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz dan nûçegihana JINHA yê Ferda Yilmazoglu.
Xwediyên 24'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yê Musa Anter û Şehîdêr Çapemeniya Azad a ku ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve hatin dayîn diyar bûn. Xelatên ku ji 1993'yan heta niha tên dayîn îsal jî di beşên nûçeyên kurdî, tirkî, nûçeyên bi dîmen, wêne, karîkatur û Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz de hatin dayîn. Piştî serlêdanan di encama nirxandinên ku ji aliyê endamên juriyan hatin kirin de nav û berhemên ku xelat wergirtin diyar bûn.
Xelata nûçeya tirkî ya DÎHA û Cumhiruyetê ye
Li gorî vê di beşa nûçeyên tirkî de ji rojnameya Cumhuriyetê Mahmut Oral bi nûçeya "Ya ji Cizîrê ma" û ji DÎHA'yê jî nûçeya Cihan Olmez a rojnameya Ozgur Gundemê de hat weşandin "Şahidê 3'yemîn jêrzemîna hovîtiyê ya Cizîrê Serhildan vedibêje: Gulebaran kirin" bûn yekemîn.
Juriya nûçeyên tirkî ya ku ji Ayşe Yildirim, Kumru Başer, Tugrul Eryilmaz, Fatîh Polat û Huseyîn Aykol pêk dihat ji ber nûçe û hevpeyvînên ku di salvegera qedexeyan çêkir "Xelata Juriyê ya Rûmetê" dan rojnameger Celal Başlangiç.
Xeleta nûçeyên kurdî nûçegihanê DÎHA'yê Altay wergirt
Juriya nûçeyên kurdî Fehîm Işik, Ramazan Olçen, Ertuş Bozkurt, Hatîce Kamer û Zehra Tunç pêk hat xelata yekemîn da nûçeya "Çeteyên ku li bajarên Kurdistanê birîndar dibin li Agiriyê tên dermankirin" nûçegihanê DÎHA'yê Gokhan Altay.
Xelata wêneyê bi berhema "du parçe xwelî" bû ya Handan Tufan
Di beşa wêne de ji JINHA'yê Handan Tufan bi wêneyê xwe ya "du parçe xwelî" ya li Hezexê piştî ku qedexeya derketina kolanan hate rakirin kişandibû bû yekemîn. Di juriya wêneyê de Sebatî Karakurt, Kamîl Firat, Ramazan Ozturk, Murat Sezer û Çetîn Altun cih girtibûn.
Xelata karîkaturê ya Ozgur Evran e
Juriya ku ji Semra Can, Gulay Batur, Kemal Gokhan Gurses, Dogan Guzel û Halîl Încesu pêk dihat xelat da Ozgur Evran ê bi berhela xwe ya "Aştî" tevlî pêşbirkê bûbû.
Di beşa dîmen de jî ji ANHA'yê Dîcle Ehmet bi berhema xwe ya " 2 salan şer kir û malbata xwe ji çeteyan rizgar kir" û ji DÎHA'yê Bîlal Guldem bi berhema xwe ya "Li Nisêbînê dayik hate qetilkirin 2 zarokên wê bi giranî birîndar bû" xelat bi hevre parve kirin
Xelata Gurbetellî ya JINHA'yê ye
Dîsa di beşa Xelata Rojnamegeriyê ya Jinê ya Gurbetellî Ersoz de jî nûçegihana JINHA'yê Ferda Yilmazoglu bi nûçeya xwe ya "Li Cizîrê xwerêveberiyê mudaxaleyî zewaca di temenê zaroktiyê de kir" bû yekemîn. Di juriyê de Ayşe Duzkan, Berat Gunçikan, Burcu Karakaş, Mekiye Gonenç û Semîha Alankuş cih girtin.
Di pêşbirkê de 100 navên ku piştgirî dan rojnameya Ozgur Gundemê û Midûrê Karên Nivîsan ê Ozgur Gundemê înan Kizilkaya û Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya, Endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan û Necmiye Alpay jî leyiqî "Xelata Rûmetê" hatin dîtin.
Xelatên pêşbirkê dê di 24'ê îlonê de li Amedê Navenda Çandê ya Cîgerxwînê bi merasîmê bên dayîn.
(kom/zt)