KJA ya Wanê bi civînan jinan vedixwînin mitîngê
18:08
JINHA
WAN - Têkela KJA ya Wanê ji bo amadekariyên mitînga 24’ê îlonê li taxan digerin û bi civînan jinan vedixwînin mitîngê.
Kongeraya Jinên Azad (KJA) ji bo balkişandina ser tecrîda girankiriya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike kampanya dane despêkirin. Di çerçovaya kampanye ya bi diruşma “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” de dê 24’ê îlonê li Wanê mîtîng lidarbixin. Ji bo beşdariya mitîngê Parlementera HDP’ê ya Bidlîsê Mîzgîn Irgat, Hevseroka Navenda HDP’a Wanê Gulîstan Orhan, Hevseroka navçeya DBP’ê ya Rêya Armûşê Rojbîn Bor, Hevşaredara Rêya Armûşê Berîtan Tayan û rêveberên DBP û HDP’ê li taxên Karşîyaka û Yenîmehelê ligel dayîk û jinan civîn pêk anîn û banga tevlîbûna mîtînga 24’ê îlonê kirin. Jinên taxan eleqeyek mezin nîşanê civînê dan û bi cilên xwe yên gelerî û kesrewanên xwe tevlî civînê bûn.
‘Em jin dê bi reng û dengê xwe li qadan bin’
Parlamentera HDP’ê ya Bidlîsê Mîzgîn Irgat got: “Em gel û xebatkar bi her awayekê dê xebatên xwe bidomînin. Em ê di çerçoveya kampmayaya ‘Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim’ 24’ê Îlonê mitingek darbixin. Ev mijar ji bo hemû gelan gelek girînge. Ne tenê mitinge, ji bo azadiya gel jî girîngiya wê heye. Dewlet li ser me bê huquqiyê pêk tîne. Em gel jî dê ber xwe bidin. Ez bawer dikim 24’ê îlonê dê qadên me bi reng û dengên jiyan bixemilîne. 17 sale li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan tecridek giran heye. Em jinên Kurdistanê û şoreşger jî dê bertekên xwe nîşanî wan bidim. Em dixwazin ku li ser axa xwe azad bijîn. Em gel ê kurd dê berxwedanek mezin bidin. Em jin dê wê rojê bibin yek û tevgaviyê de derbikevin. Ev doz bi taybetî li ser milê me jinan dê pêk bê û peywirek pîroze.”
Mîzgîn ji bo qeyûman jî wiha axivî: “Ji bo 24 Şaredariyên me qeyûm anîne. Ev bê huquqî û keyfîye. Bi heqaret li ser vîna gel bandorên mezin tên kirin. Ev Şaredarî bi keda gel ê kurd hatin qezenç kirin. Kes nikare keda destê dayik û gel ê kurd bi qeyûman tune bike.”
‘Em ê vîna xwe 24’ê îlonê nîşan bidin’
Berdevka Meclisa Jinên MYK ya DBP’ê Fatma Gul ji banga tevlîbûna mitîngê li jinan kir û wiha domand: “Gel ê kurd ev Şaredarî bi ked û têkoşînek mezin bidestxistin. Hikumeta AKP’ê listikên cuda dilîze û dixwaze vîn û keda gel dest bigire. Lê AKP nagihîje armanca xwe. Em jin dê hişmendiya wan a qirêj ji holê rakin. Em ê jin bi reng, deng û hêza xwe li ber xwe bidin. Em jin dê xwe û hêza xwe 24’ê îlonê nîşanê hemû kesan bidin.”
Civîna jinan bi sihbetên çayê dawi bû.
(hk-db/zt)