ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00


*Rêvebera Kongra Star Dilşa Yûnis û Rêvebira Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê Hedla Yûnis têkîldarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo re ji nû ve ji dayîk bûn, em jîndar bûn."

*4 mamosteyên jin yên ku di bernameya 8'êAdarê ya ku ji aliyê Egîtîm Senê ve pêk hatiye de li ber wêneyên sê siyasetmedarên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin wêne kişandin, rastî lêpirsîna edlî û îdarî hatin.

*Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku tayînkirina qayyûman a ji bo şaredariyên DBP'ê li dijî hemû qezecên jinê darbeye û got: "Divê hemû jinên cîhanê xwedî li hevşaredarên jin derkevin."

*Hilbijarteyên jin bertek nîşanê tayînkirina qayyûman dan û gotin ew xebatên jinan dimeşînin û wiha berdewam kir: "Me îradeya jinê ya ji aliyê zîhniyeta serdest ve tine hatiye hesibandin dîsa da xuyakirin. Jin wê li dijî vê êrîşa li hember îradeya wan têkoşîna xwe bilind bike."

*Li Tirkiye û Kurdistanê di girtîgehan de şert û mercên siyasiyên girtî naguhere. Jina bi navê Maşallah Işik Arslanê anî ziman ku kurê wê ji ber şert û mercên girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û got: "Li girtîgehê tiştek xistine xwarina kurê min. Kurê min diçe revîrê û tevî ku doktor dizanin kurê min nexweşê pençeşêrê ye, jê re dibêjin ti bi şewbê ketiye û dermanê şewbê didê. Van dermanan jî rewşa wî xerabtir kiriye. Kurê min terkî mirinê kirin."

*Jinên kurd ligel hemû pêşketina teknolojî û jiyana modern çanda xwe ya kevneşopî ya xwezayî berdewam dikin û bi tu awayî destûr nadin were jibîrkirin. Jin li gundê Demîr dest bi çêkirina savarê kirin.

*Jinên Êzidî yên ku xwe ji hovîtiya DAİŞ'ê rizgar kirin û koçberbûne li Tirkiyê ji ber cûdabûna baweriyan ji aliyê bijîşkan ve nayên derman kirin.

*Gulhirça li lutkeya Çiyayê Çewlîkê li gel xemla xwe ji bo derman jî tê xebitandin.