'Bi fikir û felsefeya Rêber Apo re em ji nû ve jîndar dibin'

09:28

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Rêvebera Kongra Star Dilşa Yûnis û Rêvebira Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê Hedla Yûnis têkîldarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo re ji nû ve ji dayîk bûn, em jîndar bûn."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji salê 1999'an ve li Greva Îmraliyê di bin tecrîdek şidandî de tê ragirtin. Piştî 2 salên tecrîda giran yekem car di 11'ê Îlonê de Mehmet Ocalan ligel birayê xwe Abdullah Ocalan hevdîtinek pêk anî. Têkîldarê hevdîtinê û tecrîda girankirî Rêvebera Kongra Star Dilşa Yûnis nirxandin kir. Dilşayê destnîşan kir ku, tecrîda girankirî bingeha pîlana tunekirina gelê kurde û tevgera azadiyê ye û wiha got: "Bi tecrîda girankirî re dixwazin gelê kurd tune bikin. Gelê kurd li her qadê û her derê ji bo Rêberê xwe di nava çalakiyan de bûn. Em bûn bîzoteke ji agir. Li rojavayê Kurdistanê jî gelek çalakiyên cur be cur pêk hatin. Encama berxwedana gelê kurd, destûra hevdîtinê hat dayîn."

'Rêber Apo li ser navê tevahî gelan têkoşîna azadiyê dide'

Dilşayê da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo tevahiya gel û netewan têkoşîna azadiyê dide û wiha domand: "Ev têkoşîn malê tevahiya mirovahiyê ye. Em jî li pey Serokê xwe ne. Dê ev çalakî heya azadiya Rêbertî bidome. Em ê wek jin xwedî li Serokê xwe derên. Em ê çalekiyên xwe berdewam bikin heya ku Serok Apo azad dibe."

'Serokatî ruh û canê me ye'

Rêvebira Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê Hedla Yûnis jî ev tişt got "Serokatî ruh û canê me ye. Rêbertî bû wesileyê ku em xwe nas bikin. Ji ber beriya wê em wek miriyan bûn. Miriyên li ser lingan. Em bê rol bûn û wek laşeke bê ruh bûn. Lê Serok Apo bi perwerdeyên xwe em şiyar kirin." Hedlayê da zanîn ku, Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da azadiyê jinê, ji ber azadiya jinê bingeha azadiya civakê dîtiye û wiha pêde çû: "Serok Apo hêrsa firotina xwîşka xwe bi çuwaleke genim ji bo têkoşîna xwe kir bingeh û heya roja me ya îro bigaveke pir mezin a azadiya jinê da avakirin. Ji ber wê em bi fikrên Rêber Apo ji nû ve ji dayik bûn, em jîndar bûn."

'Bi vîn û hêza jinê em azadiya Serokê xwe bixwazin'

Hedlayê di dawiyê de jî îdîaya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan anî ziman û wiha pêl da axaftina xwe: "Em ê her di nava çalakiyan de bin, heya ku Serok Apo azad dibe. Ev jî dê bi hêz û vîna jinê ya hevgirtî pêk bê. Lewma em jin pêwîste li her derê azadiya Rêberê xwe bixwazin."

(en/rc)