Hevşaredar: Emê li dijî qayyûman piştevaniya jinê bilind bikin

09:32

Hikmet Tunç/JINHA

WAN - Hilbijarteyên jin bertek nîşanê tayînkirina qayyûman dan û gotin ew xebatên jinan dimeşînin û wiha berdewam kir: "Me îradeya jinê ya ji aliyê zîhniyeta serdest ve tine hatiye hesibandin dîsa da xuyakirin. Jin wê li dijî vê êrîşa li hember îradeya wan têkoşîna xwe bilind bike."

Ji bo 24 şaredariyê DBP'ê qayyûm hat tayînkirin û ji van 4 heb yên Ertemît, Îpekyol, Erdîş û Qelqeliya Wanê ne. Wekîlên hevşaredaran ku bi pergala hevserokatiyê xebatên jinan dimeşînin, diyar kirin ku wê li dijî vê êrîşa li hemberî îradeya jinê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Wekîla hevşaredara Ertemîtê Nurhaya Çelîkê got di aliyê qanûnî yê qayyûman tine û wiha got: "Gelê me jî wê vê qebûl neke û gotin rihê rêveberiyên herêmî bi qayyûman nekare bê meşandin. Îradeya bi hilbijartinê hatiye ancax wê bi hilbijartinê bike."

'Şaredarî ji gel re girtin'

Nurhayatê wiha berdewam kir: "Tevî zext û qayyûman em şûnde gavê navêjin. Me têkoşînek mezin ev qezenc kirin û em ji wan re nahêlin. Rêveberiyên herêmî bi îradeya gel tên hilbijartin. Memurê bi OHAL'ê hatiye wê çawa bi rêve bibe. Em qayyûman nas nakin. Rojek beriya cejnê panzer, leşker û Toma hatin şaredariyên me veguhertin kişlayan. Ev şaredarî wê çawa ji derdê gel re bibe derman.9 rojan di cejnê de şaredarî girtin. Lê di feraseta me de tiştekî wisa tine. Divê şaredarî her tim vekirîbin."

'Qayyûman tinekirina îradeya jinê ye'

Nurhayatê destnîşan kir ku ji roja hatine hilbijartin heta niha xebatên jinan esas girtine û ev tişt anîn ziman: "Me bi xebatên jinan re îmze avêt gelek xebatên nû. Me di hemû yekîneyên xwe de xebatên di esasa jinê de meşand. Şaredartî di avahiyekî de nabe. Bi av, ceyran û rê ne sînore. Me di serî de ji pirsgirêkên jinan re çareserî dît. Lê deshilatdarî dixwaze îradeyê ji nûve tine bike. Qayyûman tinekirina îradeya jinê ye."

Hevşaredara Îpekyolê Bêrîtan Tayan jî bi lêv kir ku tayyînkirina qayyûman ne biryareke nû ye û got: "berê jî bi hincetan mufettîş tayîn dikirin şaredariyên me. Mufetîşên dihatin tiştek nedidîtin û vê carê bi awayekî dij hiqûqê qayyûman tayîn dikin. Em di gireva birçîbûnê de bûn, ev pêkanîn xistin dewrê. Roja hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat kirin ev pêk anîn. Ev ne tesaduf bû."

'Em şaredariyan ji wan re nahêlin'

Bêrîtanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Îradeya gel digirin û kesên dixwazin nekatin bicih bikin. heta AKP desthilatdar be em ji bo her tiştî amade ne. Em şaredariyên xwe ji wan re nahêlin. Em pêşa vê bêhiqûqiyê bernadin."

(va/hu)