'Kurê min doktoran terkî mirinê kir'

09:33

Şehriban Aslan / JINHA

SÊRT- Li Tirkiye û Kurdistanê di girtîgehan de şert û mercên siyasiyên girtî naguhere. Jina bi navê Maşallah Işik Arslanê anî ziman ku kurê wê ji ber şert û mercên girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û got: "Li girtîgehê tiştek xistine xwarina kurê min. Kurê min diçe revîrê û tevî ku doktor dizanin kurê min nexweşê pençeşêrê ye, jê re dibêjin ti bi şewbê ketiye û dermanê şewbê didê. Van dermanan jî rewşa wî xerabtir kiriye. Kurê min terkî mirinê kirin."

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji ber nêzî katiya dewletê bi sedan girtiyên nexweş nayên dermankirin û tahliyekirin. Girtiyan terkî mirinê dikin û roj bi roj berbi mirinê ve diçin. Yek ji van jî kurê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Maşallah Işik Arslanê , Abdulmecît Arslane. Maşallahê got kurê wê 5 salan di nav refê PKK'ê de maye û piştre hatiye girtin û di 5 salan surgunê girtîgehên cuda hatiye kirin û got: "Kurê min 8 salan di girtîgehê ma.Kurê min ji ber dermanên şaş yên doktoran da bi pençeşêrê ket û mir."

'Dewletê agahî neda me'

Maşallahê wiha got: "Kurê min 5 salan din av refên PKK'ê da û piştre ket destê dijmin. 3 mehan li girtîgeha Muşê ma. Piştre şandin Wanê 4 salan li wir ma û dîsa şandin Mûşê. Li Muşê ketin girevê. Herî dawî şandin Tekîrdagê. Li wir çi avêtin xwarina wan em nizanin lê piştre ev nexweşiya wî derket holê. Telefon, hevdîtin û name qedexe kirin. Ji ber girevê. Wê demê nexweşiya wî derket holê. Lê dewletê agahî neda me. Dibin revîrê jê re dibêjin ti bi şewbê ketiye. Dermanan didinê. Kurê min her ku wan dermanan dixwe nexweşiya wî pêş dikeve."

Maşallahê wiha berdewam kir: "Piştî qedexe qedya ez çûm girtîgehê. Pişta xwe da kalorîferê. Min dît ku rewşa wî qet ne başe. Got ez hinek nexweşim. Piştre min hîn kir ku kurê min bi pençeşêrê ketiye. Ji bo kurê min ji girtîgehê derkeve me gelek hewl da. Parlamenter ketin navberê. Dewletê tenê hişt 6 meh û 5 rojan derke. Lê ji bo nexweşiyê pir dereng ketibû. Kurê min jiyana xwe ji dest da. 6 meh şûnde j ime re kaxiz hat gotin bila vegere girtîgehê. Min jî got kurê min çawa bê 'kurê min şehîd ketiye. Em bi têkoşîna zarokên xwe hatin vê rojê. Em ti car serî natewînin. Em dest ji doza xwe bernadin. Ez jib o kurê xwe serî li her rêyên hiqûqî didim."

(ma/hu)