Di dema tedawiyê de muameleya dermirovane li jinên Êzidî tê kirin

09:36

Zeynep Durgut/JINHA

AMED- Jinên Êzidî yên ku xwe ji hovîtiya DAİŞ'ê rizgar kirin û koçberbûne li Tirkiyê ji ber cûdabûna baweriyan ji aliyê bijîşkan ve nayên derman kirin.

Ji jinên Êzidî yên ku, xwe ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin û penaberî Bakûrê Kurdistanê bûn li Kampa Şengalê bi derfetên herî kêm ve jiyana xwe rêve dibin. Jinên Êzidî gava diçin nexweşxaneya dewletê ya Amedê ji aliyê bijîşkan ve nayên derman kirin. Jin bi vê nêzîkbûn û helwestê bi hişmendiya DAÎŞ'ê re rû bi rû dimînin. Jinan diyar kirin ku, ew ji hişmendiya DAÎŞ'ê reviyan niha jî bi hişmendiya DAÎŞ'ê re rû bi rû diminîn.

'Em ji ber baweriya xwe nayên dermankirin'

Jina bi navê Edlan Hecî da zanîn ku ew gava, ji bo nexweşiya xwe ya Apantîsê diçe nexweşxanê ji aliyê bijîşkan ve nayê derman kirin û muameleyek cûda nîşanî wê didin û wiha axivî: "Heftiya derbas bûyî ez nexweş ketim. Rewşa min awartebû. Hevalên li vir yên ku berpirsyarên Kampa Şengalêne, ez bi lez rakirim nexweşxaneyê beşa Lezgîn. Li wir ez bi muameleyek pir cûda re rû bi rû man. Bijîşkek hat li rewşa min mêze kir û got ku ev êzidiye û nasnameya wê tune ye. Ev ewin yên ku her roj tên xwe li welatê me diteqînin. Ez red kirim û got; 'Ez vê tedawî nakim.' Janên min pir hebûn û rewşa min awartebû. Piştre bijîşkek yê ku hevalên me nas dikin hat û xwedî derket got; 'Rewşa vê girane.' Ez bi lez rakirim nîşdariyê, ez ji nîşdariyê re derbas bûm. Em penaberî Bakûrê Kurdistanê bûn me xwe ji zilma DAÎŞ'ê rizgar kir, em hatin lê li vir bi vê helwesta nedermankirina me hişmendiya DAÎŞ'ê dîsa me dide hîs kirin. Em vî tiştî qebûl nakin ji ber ku em kurdin û êzidîne em nayên derman kirin. Em dixwazin gava biçîn nexweşxaneyê bên tedavî kirin."

'Zilma Tirkiyê ji zilma DAÎŞ'ê girantire'

Berfîn Salih jî anî ziman ku, rewşa wan çiqas giran jî be gava diçin nexweşxaneyê nayên dermankirin û wiha got: "Ez 60 salî me, tansiyona min heye. Wan rojên derasbûyin tansîyona min heya 23'an rabû, ez ketim min lingên û destên xwe hîs nekirin. Ez bi Ambulansê rakirim nexweşxaneyê, destpêkê gava ambulans xwastîn nehat, pişt re demek dirêj şûnde hatin ez birim nexweşxane yê. Li wir gotin tiştek wê tune ye. Li rûyê min jî mêze nekirin wek gunehê wisa nêzî min bûn. Piştre min gote bijîşk ji bo min derman binîvîse ew jî nekir got ku tiştek te tune ye.

Min ewqas jî israr kir ji ber ku her tim ez ji ber tansiyonê dikevim; lê ne nîvîsand li hemberî muameleyek bi vî rengî heye. Em jî mirovin çima li hemberî me helwestek bi vî rengî dikin. Zilma Tirkiyê ji ya DAÎŞ'ê xiratire û girantire. Em li vir jî bi heman hişmendiyê re rû bi rû ne. Em li ser xaka xwe azad bûn lê sera zilma çeteyên DAÎŞ'ê em penaber bûn tenê xwasteka me ewe ku em herîn ser axa xwe û Şengala me azad bibe."

'Li nexweşxanê ji me re xwarin ne di anî'

Bazîn Qesim ya ku dûcanî gava zayînê dike radikin nexweşxanê bi zehmetî digirin nexweşxanê. Bazînê got ku ew ji ber baweriya xwe li tirkiyê tên darizandin û wiha pê de çû; "Ev 22 roje min zayînê kiri ye. Şevekî janên min girtin hevalên li vir ez rakirim nexweşxanê. Nasnameya min tunebû. Gava ez birim nexweşxane ya dewletê ez bi lez rakirim emeliyatê. Zarokê min hat dînê pişt re ez rakirim beşa lezgîn, li wir hatin nivîştî bi zarokê min vekirin baweriya me darizandin û pirsên wek 'Hûn baweriyê xweda tînîn, hûn xweda nas dikin' ji min kirin. Xwarin di anî li herkesî belav dikir lê ji ber ku ez êzidî û kurd bûm xwarin ji bo min ne di anîn. Ew hişmendiya DAÎŞ'ê ya ku li çiyayê Şengalê zarokên me dihêlatin têhin û birçî li vir jî li hemberî me heman tiştî pêk tînin."

Bazînê wiha dom kir: "Em ji ber baweriya xwe paşve tên avêtin û me wek dijminê xwe dihesibandin. Em vê yekê qebûl nakîn li vir mirovahî hatiye winda kirin. Eva ku wan kirî li dijî sonda bijîşkane, ev ne mirovahi ye. Ev zilme em dixwazin ku ev helwesta qirêj ji holê rabe. Divê cûdabûna baweriya bibe dewlemendiya gelan, lê li Tirkiyê tiştek wisa tune ye. Bawerî tên darizandin daxwaziya min ewe ku şengal rizgar bibe û em biçîn ser axa xwe."

(mla/zt)