Li Şengalê mirina 2 jinan a biguman

10:14

JINHA

ŞENGAL - Li Şengalê di nav hefteyekê de du jinan jiyana xwe ji dest dan. Tê îdîa kirin ku xwe kuştine, lê belê di nav malbatan de ev buyer tê veşartin.

Li Şengalê her diçe kuştinên jinan zêde dibin. Di nav hefteyekê de du jinan jiyana xwe ji dest dan. Tê îdîa kirin ku ew jinana xwe kuştine. Di nav malbat û eşîretan de buyerên wisa tên veşartin. Kes nizane ew jin bi rastî xwe kuştine an jî hatine kuştin. Cardin ji bo çi jinek jiyana xwe bi dawî bike, di vê derbarê de jî ti agahî nayên parve kirin. Malbatên jinên jiyana xwe ji dest dane jî naxwazin ev bûyer werin bihîstin.

Jina bi navê Leyla Kasim Giro ya 19 sali di mala xwe ya li Sununê de 16’ê îlonê mirî hat dîtin. Leyla li gel malbata xwe ji gundê Til Azer e û piştî fermanê li Sununê bicîh bune. Leyla xwedî du xuşk û du bira ne û zaroka duyemîn ya malê ye. Malbat îdîa dike ku tiştek çênebûye û li xwe daye. Dema malbat gihiştiye ser jî jiyana xwe ji dest daye. Malbata Leyla ku piraniya zilamên wan pêşmerge ne nedixwastin ev bûyer were bîstîn.

Cardin roja 19’ê îlonê jî jina bi navê Sêvê Îsmaîl Brahîm ya 40 salî û dayika 10 zarokan e li gundê Kizilkentê ber êvarkî jiyana xwe ji dest daye. Ew jî tê îdîa kirin ku gule li ser dilê xwe daye. Li gor zaniyariyên derdor di nava malbatê de Sêvê û hevjînê xwe li hev nedikirin.

Di buyerên wisa de malbat û eşîret naxwazin rastî derbikeve holê û ser tê girtin.

(kom/zt)