Li Dêrsimê minubus gulebaran kirin: 1 mirî
11:53
JINHA
DERSIM - Leşkerên ku li Geliyê Munzurê derketin operasyonê minubus gulebaran kirin, ajokarê wê qetil kir.
Leşkerên duh li Dêrsimê derketin operasyonê li Giliyê Munzurê ser minubusa welatiyekî gule reşandin. Li gorî nûçeya DHA yê leşkeran bi hezaran gule li ser minubusê reşandin û ajokarê wê qetil kirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku cenaze li tenişta dolmîşê bû û hatibû dirêjkirin.
Di heman saetan de li gundê Venkê jî welatiyê bi navê Îrfan Top ji piyê xwe birîndar bû. Îrfan, piştî destûr ji Qereqola Leşkeran a Karşilarê destûr girt, birin Qereqola Halvorî û ji wer jî rakirin Nexweşxaneyê Dewletê. Dermankirina Îrfan a li Nexweşxaneyê didome.
Xizmên ajokarê dolmîşê jî ji bo cenaze bigirin serî li dozgeriyê dan.
(zt)