Piştî hevşaredar ji peyîwirê girtin qeyûm danîn

12:05

JINHA

ŞIRNEX - Piştî duh hevşaredarên Hezex ji peywirê dûrxistin, qeyûm tayîn kirin.

Piştî ku duh Hevşaredarên Hezexê Mehmet Muhdî Aslan û Nevîn Girasun ku girtiye ji peywirê dûrxistin, îro qeymeqamê Hexezê Ersîn Tepelî wekî qeyûm hat tayînkirin. Serê sibê gelek wesayîtên zirxî û polîsan derdora şaredariyê dorpêç kirin û piştre qeymeqam hat şaredariyê û ji karkerên şaredariyê re got: "Ez wekî qeyûm hatime tayînkirin."

Nivîsa ku qeymeqam wekî qeyûm hatiye tayînkirin ji Gerînendeya Karên Nivîsê ya Şaredariyê re jî hatiye şandin.

(kom/zt)