Taxa Kanîka êdî tuneye!

12:24

JINHA

MÊRDÎN – Taxên Kişla û Zeynelabidin ên ku bi hev ve hatîn kirin û di nava gel de weke taxa Kanîkan dihat zanîn bi tevahî xirakirine. Êdî Taxa Kanîkan tineye.

Pitî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê “qedexeya derketina kolanan” îlan kirin bi tang û topan gelek avahî anîn rewşa êdî neyên xebitandin. Berê taxên Kişla û Zeynelabidin xistine yek û weke taxa Kanîkan tê zanîn. Li Taxa dîrokî Kanîkan hîna hilweşandin berdewam dike.

Taxa dîrokî Kanîkan ku têde gelek avahiyên kevnare hebûne êdî rast kirine. Taxa Zeynelabidin a ku li ser sînorê Qamişloye, heya cadeya mezin a navberê heya digihe taxa Kişlayê hemu rast kirine ji her derê êdî Qamişlo dixwiyê. Goristanên bi navê Şehitler û Hacilar ên tam ser sînorin jî di nava têlan de mane, qamiyonên hiştên taxên xirakiri derdixin ketine peyihev. Çalakiya dayikan a bêdeng jî berdewam dike.

(ekip/zt)