Dê jinên Wanê di 24’ê îlonê de li qadan bin
12:39
JINHA
WAN – Têkela KJA ya Wanê jin vexwendin hevdîtina jinan a 24’ê îlonê.
Beriya mitînga jinan a 24’ê îlonê di çarçoveya kampanyeya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” de civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civîna ku li Navenda DBP’a Wanê pêkhat de girêdayî xebatên kampanyayê ji Koordinasyona kampanyayê Serap Guvenç agahî da. Serap diyar kir ku ew di nava taxan de xebatên xwe yên li gel jinan berdewam dikin. Serap da zanîn ku ew zexîre kom dikin ji deverên di rêveberiya cewherî de hatine xirakirin re dişînin û dê di dema pêş de van xebatên xwe yên şêwirmendiyê hîn mezintir bikin.
Serap bilêv kir ku astengî çi dibe bila bibe dê xebatên wan li taxan berdewam bikin û di derbarê mitîngê de jî agahî da. Serap destnîşan kir ku dê mitînga 24’ê îlonê di saet 11’an de li Parka Musa Anter bê lidarxistin, dê Berdevka KJA yê Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştiya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedia Ozgokçe weke axaftvan beşdarî mitîngê bibin. Serap anî ziman ku dê koma NÇM’ê jî bi muzîkên xwe beşdarbibe, ji bo wê jî ew hemû jinan vedixwînin mitînga 24’ê îlonê.
(ht/zt)