Jinan bi Şêwirmenda Polîtîkaya Derve ya PE yê re runiştin
13:34
JINHA
BRÜKSEL - Beriya çalakiya li ber avahiya Parlamenta Ewropayê (PE) heyetek ji TJK-E bi Şêwirmenda Polîtîka Derve ya Serokê PE re rûnişt.
Beriya çalakiya li ber avahiya PE, ku wê bi şiyara "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe çalakiyan lidar dixin" pêk were, ji berdevkên TJK-E Hînena Erîşen, ji nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nûrsel Kiliç û hevseroka NAV-BEL'ê Arîfe Soysuren, bi Şêwirmenda Polîtîkaya Derve ya Serokê Parlamenta Ewropayê Dr. Djmaîla Chîkhî re hevdîtin kirin.
Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser polîtîka û pêkanînên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin, krîza li Rojhilata Navîn ku weke 3. Şerê Cîhanê tê binavkirin, bi mûxatabgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dikare çareser bibe. Heyetê diyar kir, tecrîda li ser Ocalan ji bo îzolekirina gelê Kurd ji cîhanê ye û armanca vê yekê jî têkbirina sîstema demokratîk e.
Hat ragihandin, jinên Kurd li her cihî li dijî tecrîd û pêkanînên qirkirinê li ber xwe didin. Di hevdîtinê de li ser desteserkirina şaredariyên Kurdistanê û erkdarkirina qeyûman dosyayek hat pêşkêşkirin. Her wiha ji Parlamenta Ewropayê hat xwestin, ku hişyarî û zexta siyasî li Tirkiyeyê bike.
Şêwirmenda polîtîka derve ya Serokê PE Dr. Djamîla Chîkhî jî diyar kir, ew ê daxwazên gel û jinên Kurd ji Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûltz re ragihîne anî ziman, Parlamenta Ewropa wê têkildarî Kurdan û têkoşîna wan, bikeve nava hewldanên şênber.
(zt)