Jinên Rojava bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bi NY'yî re hevdîtin kir
13:43
JINHA
QAMIŞLO- Bi pêşengiya Kongreya Star, jinên Kantona Cizîrê ji bo balê bikişînin li ser tecrîda hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber navenda NY'ê çalakiyek girseyî pêk anîn.
Li ser banga Rêxistina Kongra Star û rêxistinên jinan ya rojavayê Kurdistanê, bi sedan jin li ber Navenda Netewên Yekkbûyî (NY) ya bajarê Qamişlo hatin gel hev. Jinên ku bi armanca balê bikşînin ser tecrîda girankirî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di çalakiyê de panqerta "Azadiya Rêber Apo, Azadiya Jiyanê ye" hate hilgirtin û bê navber dirûşmeyên "Azadiya Serok Azadiya Jinê ye" hat berzkirin.
Piştî girseyê jinan li ber navenda Neteweyên Yekbûyî civiyan daxuyaniya Rêxistina Kongra Star hat xwendin. Di daxuyaniya ku ji aliyê mamoste Jiyan Mihemed ve hatî xwendin de wiha hat gotin:
"Dewleta Tirk ku êrîşên li dijî gelê kurd wek stratejiyekê digre dest, herî dawî 24'ê tebaxa 2016 bi dagirkirina Cerablûsê re şer gîhand astekî nû. Her çiqas kesên ku dixwazin vî şerî wek şerê kurd û tirkan bidin xuyakirin jî, di rastî de ew ne bi vi rengî ye. Tê zanîn ku ev penç salên dawî li Rojava modela siyaseta demokratik tê pêşxistin. Bêguman kesên ku aşitî û azadiyê dixwazin li gel kurda ne. Ên ku li beramberî dagirkeriya devleta tirk çavê xwe digrin hicetê wana çi dibe bila bibe li gor kanûnê suc dikin. Em dibînin ku di serî de neteweyên yekbuyî (NY) û hêzên nav netewî li hemberî ketîna devleta tirk li Cerablûsê bêdengiya xwe diparêzin. Nexwe dagirkirina devleta tirk li ser axekî biyanî li dijî kanuna ye û tavilê pêwîst bu ku devleta tirk were darizandin.
Devleta tirk bi dagirkirina Cerablûsê re tune kirina modela bakûrê Sûriyeyê- Rojava ya ku gelên kurd, erap, aşurî, suryanî, keldanî, turkmen û çeçenan bihevre avakirine dike. Ji ber ku serkeftina demokrasiya li bakûre Sûriyeyê-Rojava wê di heman demê de bandora xwe li ser rojhilata navin jî bike.
Şoreşa Rojava çawa ku bi pêşengiya jinê pêş ketiye ezmuna xwe ya demokrasî û azadiyê jî ji pêşengtiya jinê bi dest xistiye. Wek jinên kurd penç sale me bi bedelên pir giran nîşan kir ku, jin dikarin DAİŞ û komên çeteyan têk bibin. Bi vî awayî me nişan kir ku, jin li rojhilata navin dikarin li dijî her cureyê desthilatdariyê, li dijî hêzen ku dijminê jinan e û kujer re têkoşin bikin. Herwiha xwesteka tune kirina me ji aliyê devleta tirk tê wateya ji holê rakirina hêviyên jinên cîhanê ku bi me re ne.
Dewleta tirk di xwesteka pêk anîna xewnên Osmaniya nujên de, têkoşîna kurdan ya ji bo demokrasiyê li pêşiya wek astengiyek dibîne. Devleta ku dijminantiya kurda dikin him li hindir him jî li derva kiriyê navenda siyaseta xwe bê istiqrariya li rojhilata navin kur dike. Hêza kû pêşiya dijminantiya dewleta tirk bigre tenê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan herî dawî di 11'ê îlonê de di hevdîtina bi biraye xwe re, carek din amadebuyîna xwe ji bo aşîtî û xwesteka xwe ya çareser kirina pirsgreka kurd de bi rêya aşitiyane diyar kir. Neteweyên yekbuyî pêwîste ji bo Abdullah Ocalan, bingeha têkoşîna aşitiye ava bike lê beriya her tiştî divê bêhuquqiya li İmraliyê bi dawi bike. Ji nav mercên tecrida giran were derxistin û heta azadiya wî pêk were."
Piştre heyetek ji pênc kesan ku di nav de Cîgira Seroka Kongreya Star Welîde Botî, Hevseroka TEV-DEM'ê Edalet Omer, Endama Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed, Endamên Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star Cemîle Osman û Qedriye Hesen pêk dihatin derbasî navenda Netewên Yekbûyî bûn û hevdîtin bi rayedarên NY'yê re pêk anîn. Di hevdîtinê de heyetê daxwaznameya xwe jî pêşkêş kirin.
Piştî hevdîtinê li ser navê heyetê Perwîn Mihemed diyar kir ku, ew bi hêvîne ku encamek erênî ji hevdîtina xwe bigrin.
Çalekiya jinan bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi
dawî bû.
(cg/bc/rc)