Daxwaznameyên îtirazê yên mamostayan red kirin
13:46
Îlon
21
/ 2016
JINHA
AMED - Midûryeta Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê daxwaznameyên îtirazê yên mamosteyên ki kar hatine dûrxistin qebûn nekir.
Herî zêde li Amedê mamoste ji kar hatine dûrxistin, mamosteyên ji karhatine dûrxistin ji bo bi komî îtiraza biryarê bikin çûn Midûryeta Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê. Rêveberên midûriyetê daxwaza mamosteyan red kirin û diyar kirin ku divê daxwaznameyên xwe bikin îdareya dibistanê. Mamoste dê daxwaznameyên xwe radestî îdareya dibistanê bikin.
Li Amedê 4 hezar û 534 kedkarên Egîtîm Senê ji kar hatine dûrxistin.
(zt)