HDP’ê bi nameyekê bang li NY yê kir
15:36
JINHA
ENQERE - Hevserokên HDP'ê derbarê tasfiyeyên cenaweriyê yên piştî darbeyê pêk hatin de ji Komîseriya Mafê Mirovan a NY'ê, Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê re name şandin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş derbarê durxistina akademîsyanan ji zanîngehan û tasfiyeyên mamosteyan de ji Komîserê Mafê Mirovan ê NY'ê Zeîd Ra'ad Zeîd El Huseyîn, Komîsera Konseya Mafê Mirovan a Ewropayê Nîl Muîznîeks, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê birêz Thorbjorn Jagland, Komîsyonê Geşedana Komîsyonan a Ewropayê Johannes Hahn, Nûnera bilind a Karên Derve yên YE'yê û Polîtîkayên Parastinê Federîca Mogherînî, Serokê AP'ê Martîn Schulz û Raportorê Tirkiyeyê yê AP'ê Katî Pîrî re name şandin.
Di nameyê de hat diyarkirin ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hikûmet di bin navê têkoşîna li dijî darbeyê êrîşî hemû aliyên muxalif dike. Di nameyê de derbarê akademîsyenên ku ji peywirê hatine girtin û mamosteyên Egîtîm Senê yên ji kar hatine derxistin de agahiyên berfireh hatin dayîn.
Di nameyê de hevserokan bang li saziyên navneteweyî, aktîvîstên di qada perwerde û sendikayan de, rêxistinên mafê mirovan hat kirin ku ji bo ev pêkanînên otorîter bên rawestandin bikevin nava hewldanan û piştgiriyê bidin akademîsyen û mamosteyan.
(zt)