Mamosta Songul serbest berdan

15:38

JINHA

AMED - Ji 25 mamosteyên ku li Amedê hatin binçavkirin, mamosteya bi navê Songul Kartal ku bi zaroka xwe ya 10 mehî re hat binçavkirin serbest berdan.

Li navenda Amedê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malên mamosteyên Egîtîm Senê yên ji kar hatine dûrxistin de girtin û hêjmara mamosteyên hartin binçavkirin gihişt 25'an. Di saetên serê sibê de polîsan bi ser mala mamosteya bi navê Songul Kartal de girtin û Kartal bi zaroka wê ya 10 mehî re hat binçavkirin. Piştî karên li midûryeta polîsan bi dawî bû Songul serbest hat berdan.

Hat ragihandin ku 24 mamosteyên ku li TEM'ê tê ragirtin bi hinceha "endamên rêxistinê ne û li ser navê rêxistina faliyet dane meşandin" hatine binçavkirin. Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartî heye parêzer nikarin bi mamosteyan re hevdîtinan pêk bînin.

Çalakiya nobedê ya kedkarên perwerdehiyê ya li avahiya sendîkayê di roja 17'emîn de didome. Her wiha ziyaretên piştgiriyê yên ji bo mamosteyan berdewan dikin û li dibistanan jî ders vala derbas dibin. Xwendekar mamosteyên xwe bi tenê nahêlin û diherikin Şaxa Egîtîm Senê.

(zt)