Dayikên Aştiyê û KJA: Deng bidin banga Abdullah Ocalan
16:11
JINHA
ENQERE - Dayikên Aştiyê û endamên KJA'yê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber deriyê Navneda Giştî ya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê.
Dayikên Aştiyê û endamên KJA'yê ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li ber deriyê BM'yê daxuyanî bidana çapemeniyê lê polîsan tu hincet nîşan nedan û nehiştin dayik li ber deriyê BM'yê daxûyaniyê bidin çapemeniyê. Piştî qedexeyê bi sedan Dayikên Aştiyê yên ku ji bajarên wekî Îzmîr, Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê hatin û gelek Endamên KJA'yê bi beşdarbûyîna parlamenterên HDP'ê yên jin li Enqereyê li ber deriyê Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê.
Daxûyanî bi dirûşmeyên wekî "Bê serok jiyan nabe", "Bijî Serok APO", "Jin jiyan azadî bila bimire koletî"dest pê kir. Daxûyanî ji aliyê aktivîsta KJA'yê Nur Aytemur ve hat xwendin. Nur diyar kir ku li hemberî faşîzm, dîktatorî, metingerî û hişmendiya dewletê ew ê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd mînak bigirin û li gorî vê paradîgmaya demokratîk û aştîxwez tevbigerin.
'Em şopdarên paradîgmaya Ocalan in'
Nur da zanîn ku Rojhilata Navîn di nav pêvajoya şerekî giran de derbas dibe û wiha got: "Niha him li Bakurê Kursitanê û him jî Rojhilata Navîn şerekî taybet tê meşandin. Di encama vî şerî de gelek bajar hatin xirakirin û gelek welatî hatin koçberkirin. Birêz Ocalan ji bo aştiyê gelek caran destê xwe dirêj dewletê kir. Em jinên azadî û aştîxwaz jî heta dawiyê şopdarê paradîgmaya birêz Ocalan in."
'Peyama Newroza 2013'an'
Nur destnîşan kir ku Ocalan ev 24 sal in ji bo çareseriya pirsgirêkan aştiyê dixwaz e û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan ev 24 sal in ji bo aştiyek meyînde têdikoşe û hevdîtinan bi dewletê re dike. Piştî peyama birêz Ocalan a ku di Newroza 2013'an li Amedê hatibû xwendin de gavên aştiyê hatin avêtin. Lê hikûmeta AKP'ê ji bo xwe ev wekî firsendekê dît û dest bi çêkirina kalekolan kir û salekê zêdetire jî bi tang û topan bajarên Kurdistanê xira dike."
'15'ê Tîrmehê Ocalan hedef hat girtin'
Nur bi lêv kir ku tecrîde li hemberî Ocalan dê şer û pevçûnan kurtir bike û wiha pêde çû: "Heta ku ev tecrîda giran a li hemberî birêz Ocalan bidome dê şer û pevçûn jî berdewam bikin. Şeva 15'ê Tîrmehê birêz Ocalan hedef hat girtin û hinek sûbayan xwestin ku birêz Ocalan înfaz bikin. Ji ber vê yekê tu ewlehiya birêz Ocalan li Girava Îmraliyê nemaye û divê demildest tecrîd bê rakirin."
'Bila hikûmeta AKP'ê berpirsyariya xwe bîne cîh'
Nur da xuyakirin ku Tirkiyeyê ji bo Peymana Mafên Mirovan îmze avêtiye lîsteya NY'ê lê hikûmeta AKP'ê li gorî vê peymanê tevnagere, her roj îşkence û tecrîda li hemberî gelê kurd zêde dike. Nur da zanîn ku divê hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirkiyeyê berpirsyariya xwe bîne cîh, êrîş, îşkence û tecrîda li hemberî gelê kurd û bi taybet tecrîda li hemebrî birêz Ocalan tê meşandin bi dawî bike.
Nur bang li CPT'yî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê CPT li gorî peymana NY'ê tevbigere, peyvira xwe bîne cîh û tecrîda Îmraliyê dawî bike. Ji ber vê yekê çareseriya ewlehiyê azadiya birêz Ocalan e."
Daxûyanî bi berzkirina dirûşmeyên wekî "Elçiyê aştiyê li Îmraliyê ye", "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.
(kom/zt)