Girtiyên jin darbkirin û cezayê hucrê danê!

16:34

JINHA

ANTALYA – Li Girtîgeha Tîpa L ya Antalya 4 jinên girtî ji aliyê gardiyanên mer ve hatin darbkirin û ew avêtin hucreyan.

Jinên girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Antalya yê dimînin Gulistan Tekmenuray, Nazli Çoban, Seher Beytaş û Neriman Seven ji aliyê gardiyanên mêr ve hatin tehdîd û darbkirin. Endamê Komeleya Hiquqnasên Hemdem Parêzer Deniz Yildirim bi girtiyan re hevdîtin kir. Deniz da zanîn ku îdara girtîgehê cezayê disiplînê daye wan û 11 roj cezayê hucrê daye.

'Ev qowişa TC'ê ye'

Deniz destnîşan kir ku ji ber di dolabên girtiyan de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ji rojnamê vekirine hene ew weke sedem nîşandan û êrîşî ser wan kirin. Deniz bilêv kir ku dema gardiyanan wêne ditine gotine: “Evder ne qowişa PKK’êye. Ev der qowişa TC’ê ye.”

Deniz diyar kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehan gelek zêdebûne, ji bo wê dê heyetekê bişînin girtîgehan.

(zt)