Ji bo îfadeyê gazî 8 parlementerên HDP’ê kirine

16:50

JINHA

WAN - Serdozgeriya Komarê yê Wanê ji bo îfadeyê gazî 8 parlamenterên HDP'ê ku di nava wan de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî hene kirin.

Serdozgeriya Komarê yê Wanê ji ber Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Parlamentera HDP'ê yê Stenbolê Pervîn Buldan, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan, Tugba Ozturk û Nadir Yildirim ji ber li bajar tevlî çalakiyan bûne gazî îfadê kirin.

Hat zanîn ku axaftinên parlameteran ên ku di çalakiyan de kirine wekî hincet hat nîşandan û bi îdîayên ku "propagandaya rêxistinê kirine" û "Heqarek li Serokomar kirine" serdozgeriyê ji bo îfadedayîne gazî wan kirine.

(zt)