Li Êlihê operasyonên qirkirina siyasî hat şermezar kirin

17:00

JINHA

ÊLIH –DBP’ê ya Êlihê ji bo şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî civina çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî di civinê de anî ziman ku, hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê bi aweyek bêhiqûqî tev digere.

Rêxistina DBP’ê ya Êlihê ji bo balê bikişîne li ser operasyonên qirkirina siyasî û şermezarkirina binçavkirina duh li navçeya Sason û Hezoyê, civîna çapemeniyê li dar xist. Civin bi tevlîbûna Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî û bi tevlîbûna gelek welatiyan li salona DBP’ê pêk hat. Hevseroka DBP’ê Nurten Uzumcu di serî de êrîş û operasyonê li heremê pêk tên bi tund şermezar kir û diyar kir ku, dewlet bi vê rêbazê hemû rê ya siyaset û diyalogê girtiye.

‘Bila hikûmet dev ji polîtîkayên xwe berde’

Nurtenê anî ziman ku hikûmeta AKP’ê tecrîdê li ser kurdan dide meşandin û wiha bertekên xwe nîşan da: “Dewlet dixwaze bi girtin û êrîşan rê li kurdan bigire. Lê gelê kurd bi vîna xwe li hemberî hemû zilm û êrîşan derdikeve û ji bo xwedî derketina hilbijêrên xwe li qadan in.” Nurtenê bang li hikûmetê kir ku, ew nikarin bi girtin û bi binçavkirinan gelê kurd tune bikin û got ku, bila hikumet dev ji van polîtîkayên xwe yên qirkirinê berde.

Parlamentera HDP’ê Saadet Becerîklî jî binçavî û êrîşên li ser gelê kurd bê hiqûq dît û got ku, hikûmet bi her awayî êrîş û binpêkirina mafê mirovan li ser kurdan dide meşandin. Saadetê binçavkirinên 35 siyasetmedarên li Sason û Hezoyê bê hiqûqî dît û wiha axivî: “Bi mehan e ku li Kurdistanê êrîşên bê hiquqî tên kirin. Gelek bajarên kurdan hatin wêrankirin. Lê dewlet li hemberî van bêdeng ma. Niha jî radibe li ser navê edaletê tev digere.”

Saadetê got ku, ew tu carî vê bêhiqûqiyê qabûl nakin.

(ho/rc)