ROJEVA 22'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Bi hatina demsala payîzê re jinên kurd li her derê Kurdistanê dest bi amedekariya zivistanê kirin. Li bajarê Til Temirê jî Ebla Dawê diyar kir ku, wê amedekariya xwe yê zivistanê tev kiriye û ji bo zivistanek sar amede ye.
* Welatiyên Şirnexê kul i gundê Toptepe yê 10 kîlometreyî ji bajarê Şirnexê dûre kon vedan, diyar kirin ku ew rastî tehdîdên hêzên dewletê hatine. Welatiyan diyar kir ku 4 roj berê konên wan yek bi yek bi serde girtine û gotin hêzê dewletê ji wan re gotine 'Emê we ji vir derxînin. Ger carek din êrîşê me bikin emê we hemûyan ji vir rakin. Em her gava we dişopînin."
*Li Çiyayê Şengalê jinên bi destê xwe jiyanê ava dikin, bi çandiniyê debara xwe dikin.
*Mamosteyêa wênesazî û karê hunera destan Seyran Mihemed diyar kir ku, ji bo vejîndina çanda kurdewariyê ew dixebite û wiha got: "Armanca min ji çêkirina hûnera destan ewe ku, mîrateyek ji nifşên nû re hêştine."
*Piştî dîmenên îşkenceyê ya li dijî Saîme Avşîn ya YJA Starê, jinan bertekên xwe anîn ziman û gotin zîhniyeta serdest ya mêr li dijî berxwedana jinê êrîşên xwe zêde kiriye û got: "Ekîn Wan û bedenên hevalên me yên jin yên rastî îşkence û heqereta zîhniyeta serdest ya mêr hatine, rûmeta me ne."
*Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya diyar kirin ku tayînkirina qayyûman a ji bo şaredariyan tenê dagikirina avahiyê ye û got: "Gel em anîn ancax ew dikarin bigirin. Ti hêz me nekare ji gelê me qût bike. Her cade, her kolan û her mal şaredariye."
*Fadîme Guçîçek ya ku di nav 11 hezar û 300 mamosteyê ji kar hatin durxistin de cih digire wiha got: "Emê li dijî polîtîkayên çewisandinê yên desthilatdariyê bêdeng nemînin. Me tiştekî sûc bê hesibandin nekir. Me xwest şer bisekine. Kes nemire."
*Jinên Îranê li dijî fetvaya ku ajotina bisîkletê qedexe dike di çapemeniya civakî de vîdeoyên ku bîsîkletan dajon parve dikin.