Ebla Dawê ji zivistanê re amade ye

09:01

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Bi hatina demsala payîzê re jinên kurd li her derê Kurdistanê dest bi amedekariya zivistanê kirin. Li bajarê Til Temirê jî Ebla Dawê diyar kir ku, wê amedekariya xwe yê zivistanê tev kiriye û ji bo zivistanek sar amede ye.

Dema amedekariya zivistanê ye û li rojavayê Kurdistanê jî liv û tevgereke xurt a jinan heye. Jinên kurd, ereb, sûryan û hwd. li gor çanda xwe ya xwarinê, tiştan amade dikin. Yek ji jinên bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê Ebla Dawê diyar kir ku, wê amedekariya zivistanê tev kiriye.

Li hember ambargo amedekariya zivistanê

Eblayê anî ziman ku, ew her sal amedekariya xwe yê zivistanê dike û wiha got: "Pirsgirêka ambargoyê bûye sedem sebze û tiştên din buhayê wan giran be. Ji bo wê piraniya tiştên di zivistanê de ji me re pêwîst bin, em ji niha ve çêdikin. Beriya her tiştekê min ava bacanan keland û pê salçe çêkir. Herwiha min îsot jî anî û baş şûşt û piştre ji hev vekir û li ber tavê raxist. Dema zûha bû jî min ew li makîneyê xist û dîsa danî ber tavê. Du an jî sêrojan li ber rojê ma. Paşê jî min ew kirin kavanoz û şûşeyan. Ji bilî wê jî Mekdûs, becanê reş, tirşika becanê sor, tirşu, penîr, xiyarşor, rêçelên cûrbecûr, bamiya, miloxiyê û hwd. amede kiriye. Wiha jî ez ji bo zivistanê hertiştekê amade dikim. Dema tiştek lazim bû, hewce nake ez biçim dikanan û bi buhayê giran bikirim. Ez her sal zexîreya zivistanê wiha amede dikim."

'Genim jî gelek pêdiviyên min pêşwazî dike'

Eblayê bi lêv kir ku, ew ji genimê jî gelek pêdiviyên xwe pêşwazî dike û wiha pêde çû: "Beriya du rojan min genimê xwe keland, piştre min li ser xanî raxist û ezê li ba bikim û têxim kîsan. Jixwe ji genim gelek rengên xwarinê derdikevin mîna sindik, danê nekelandî, xişan, sindikê kutilkan û hwd."

Alîkarî dide ciranê xwe jî

Eblayê ji hemû jinan hêvî dike ku li beramberî ambargo û zehmetiyên aborî yên Rojava bikaribin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Eblayê alîkarî ji cîranên xwe re jî dike û bi taybet alîkariya malbatên aşûrî ku neçar mane gundên xwe biterikin û li bajrê bi cih bûne dike.

(en/rc)