Li Şirnexiyên bajarê wan hilweşiya tehdîda ‘Em her gava we dişopînin’
09:03
JINHA
ŞIRNEX – Welatiyên Şirnexê kul i gundê Toptepe yê 10 kîlometreyî ji bajarê Şirnexê dûre kon vedan, diyar kirin ku ew rastî tehdîdên hêzên dewletê hatine. Welatiyan diyar kir ku 4 roj berê konên wan yek bi yek bi serde girtine û gotin hêzê dewletê ji wan re gotine ‘Emê we ji vir derxînin. Ger carek din êrîşê me bikin emê we hemûyan ji vir rakin. Em her gava we dişopînin.”
Li Şirnexê ev 7 meh zêde ye qedexeya derketina derve didome. tevî k udi 3’ê Hezîranê de gotin operasyon bi dawî bûye jî hêzên dewletê destûrê nadin welatî têkevin bajar. Gelê Şirnexê ku ev 201 rojin naxwazin xaka xwe terk bikin derfetên di destê wan de bikaranîn û li dora Şirnexê kon vedan û têkoşîna jiyanê didin. Hêzên dewletê li dijî vê berxwedana gelê Şirnexê, ji bo gel ji konan bidin koçberkirin tehdîdan dikin.
‘Emê we derxînin’
Welatiyên li gundê Toptepe ya 10 kîlometreyî ji Şirnexê dure kon vedan û têkoşîna jiyanê didin diyar kirin ku 4 roj berê hêzên dewletê bi ser konan de girtin û 4 kes binçavkirine û wiha got: “Yek bi yek bi ser hemû konan de girtin û lêgerîn kirin. Gotin emê we ji vir derxînin û tehdîd kirin. Mehem berê cigirê walî gazî welatiyên li konan dijîn kirin û ji bo em konan rabikin axaftin kir.” Welatiyan da zanîn ku ew li dijî vê helwesta dewletê bi ti awayî ji konan dernakevin û xaka xwe terk nakin.
'Em her gava we dişopînin’
Welatiya di berdewamiya xaftina xwe de da zanîn ku dîsa rojek berê hêzên dewletê bi ser konên wan de girtine û wiha berdewam kirin: “Bi gotinên wekê ‘hun li aliyê kê ne. Evqas êrîş li hember me çêdibin hun çima dengê xwe nakin. Ger careke din êrîşê me bikin emê van konan hemûyan rabikin. Em her gava we dişopînin.’ em tehdîd kirin.”
Hilweşîn didome
Li aliyê din li 7 taxên navenda Şirnexê hilweşîn didome. Ligel hilweşînê hêzên dewletê her şev ji qerekola Îkîzce û nokteya kontrolê ya polîsan a Sanayiyê guleyan davêjin.
(ai/hu)