Jinên Şengal parastin niha jî bi çandiniyê jiyanê ava dikin

09:04

Îlham Hecî/JINHA

ŞENGAL - Li Çiyayê Şengalê jinên bi destê xwe jiyanê ava dikin, bi çandiniyê debara xwe dikin.

Jinên Şengalê bi destê xwe baxçe diçînin û berhem ji axa xwe ya pîroz derdixin. Jinên Şengalê hem axa xwe di parêzin, him jî zarokên xwe bi berhemên ku bi xwe çandine têr dikin. Dayikên Şengalê piştî fermanê rixmî hemu êş û zehmetiyan jiyanek nu avadikin. Li herema Kurdistanê ambargoyek mezin li ser Şengalê heye. Lê belê dayikên Şengalê bi çandiniyê debara jiyana mala xwe dikin û zarokên xwe bê xwarin nahêlin.

Di van rojên payîzê de berhemên dawî ya baxçeyan tên komkirin. Dayikên Şengalî ji baxçeyan heya ser sifrê bi keda xwe jiyan diafrînin. Zarokên wan yê ku têkiliya jin û axê ji dayikê xwe fêr dibin jî alîkariya wan dikin ji bo çêkirina baxçe. Di heman demê de bi çandiniya şînahiyê re hawayê welatê xwe baqij dikin. Jinên Şengalê dixwazin jiyanek aram, azad û paqij bijîn. Ji ber wê dixwazin hewayê welatê wan bi hewayê şînkatiyê paqij bibe û him tenduristiya wan baş bibe. Jin di baxçeyê çandî de berhemê keda xwe komdikin.

(zt)