Mamoste Seyran: Ya ku çandê zindî dihêle jin e

09:06

Rûken Dêrik/JINHA

GIRKÊ LEGÊ- Mamosteyêa wênesazî û karê hunera destan Seyran Mihemed diyar kir ku, ji bo vejîndina çanda kurdewariyê ew dixebite û wiha got: "Armanca min ji çêkirina hûnera destan ewe ku, mîrateyek ji nifşên nû re hêştine."

Erka hunermend û rewşenbîrên civakê ewe ku çand û dewlemendiya civakê ji bo veguhêzin pêşerojê berhem nû afrandin û çandê jîndar kirine. Mamosteya wênesazî û karê hunera destan ya Akademiya Şehîd Yekta Herekol Seyran Mihemed (42) ji Girkê Legê ye û niha li bajarê Tirbesipiyê ya Kantona Cizîrê dijî. Seyranê ku dayika sê zarokane mamostehiya wênesazî û peykerên ku bi cilûbergên kurdî dixemilîne saz dike.

Bi heskirina hunerê re dest bi kar kir

Seyranê diyar kir ku, ew ji zaroktiya xwe ve bi heskirin dest bi karê hunerî kiriye û wiha got: "Para dayika min jî di pêşketina min ya di qada hunerî de jî geleke. Min cil û çanda kurdewarî kiriye kirdeya sereke ya berhemên xwe. Ez dixwazim rola jinê di jiyana kurdewarî de bidim pêş."

250 peyker di pêşengehan de hat pêşandan

Seyranê da zanîn ku di wênesaziyê de piranî rengên avî bi kar aniye û wiha domand: "32 wêne min bi rengê avî çêkir û 250 peyker min amede kir. Li gelek pêşengehên rojavayê Kurdisanê peyker û wêneyên min amede kirine hatin pêşandan."

'Dixwazim çanda kal û pîrên me bi nifşên nû bidim nasîn'

Seyranê bi lêv kir ku armanca wê ji çêkirina hûnera destan ew e ku, mîrateyek ji nifşên nû re hêştine û wiha pêl da gotina xwe: "Dixwazim çanda kal û pîrên me bi nifşên nû bidim nasîn. Bi vî aweyî çanda me ya kevnar mayînde dibe û netewên din yên li ser vê axê dijîn jî wê nasbikin."

'Afrînerê sereke yên çandê jine'

Seyranê di dawiyê de anî ziman ku, divê tevahî jinên ku hestê wan yê hunerî li pêşe bikin berhem û bidin jîndin û wiha axivî: "Afirînerê sereke yên çandê jin e. Lewre ya ku çandî zindî ragire jî jin e."

(en/rc)