'Ji Ekîn Wan heta Saîmeyê jin rûmeta me ne’
09:09
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE- Piştî dîmenên îşkenceyê ya li dijî Saîme Avşîn ya YJA Starê, jinan bertekên xwe anîn ziman û gotin zîhniyeta serdest ya mêr li dijî berxwedana jinê êrîşên xwe zêde kiriye û got: “Ekîn Wan û bedenên hevalên me yên jin yên rastî îşkence û heqereta zîhniyeta serdest ya mêr hatine, rûmeta me ne.”
Saîme Avşîn ya YJA Starê (Avaşîn Gabar) ya li bajaroka Rubaroka Şemzînana Colemêrgê birîndar bû rastî îşkenceyê hatibû û jinan bertek nîşanê dîmenên îşkenceyê dan. Ji jinên Malagel Dîlara Akgoz êrîşa li dijî cenazeya Ekîn Wanê bibîr xist û got: “Ji Ekîn Wanê heta jina şort li xwe kiribû û di otobusê de rastî şîdetê hatiye, me dît k udi dema hikûmeta AKP’ê de çiqas li dijî jinê çavsorî çiqas mezin bûye.”
‘Em dest ji têkoşîna xwe bernadin’
Dîlarayê bi lêv kir ku ev êrîşên wisa wê jinan ji têkoşîna wan venegerîne û ev tişt anîn ziman: “Bedena Ekîn Wanê û hevalên me yên jin yên rastî heqeret û îşkenceya zîhniyeta serdest ya mêr hatiye, rûmeta me ne. Ligel hemû êrîşên çavsero hem ji ti car dest ji têkoşîna xwe bernadin.Emê her tim wek dirî di çavên wan re herin.”
‘Em kolanê ji wan re nahêlin’
Dîlayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di wesayîtên veguhestina komî de şîdeta li ser jinê zêde bûye û ev jî fikaran zêde dike. Zîhniyeta mêr di otobusan de li kolanan li her qadan mudaxaleyê jiyana me dikin. lê emê her tim li kolanan, li otobusan bin. Emê van qadan ji mêran re nehêlin.”
Jina bi navê Ozlem Yalçinkaya jî got şîdeta li ser jinê ne nûye û wiha berdewam kir: “Ev pêvajo ne nûye. Heta welîdîtina me, kurtajê û jiyana me ya taybet dest avêtine. Jin li dijî hemû êrîşan berxwe didin. Li dijî vê têkoşînê vê carê doza şîdetê zêde dikin. Du îşkenceya li bedena Ekîn Wanê kirin îro li dijî gerîlayeke din ya jin kirin. Her wiha di otobusê de li jinekê şîdet hat kirin. Jin ancax bi rêxistinê ji bin vê dikarin derkevin. Ez banga piştevaniyê li hemû jinan dikim.”
(hu)