'Her cade, her kolan, her mal şaredariye’
09:10
JINHA
MÊRDÎN– Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya diyar kirin ku tayînkirina qayyûman a ji bo şaredariyan tenê dagikirina avahiyê ye û got: “Gel em anîn ancax ew dikarin bigirin. Ti hêz me nekare ji gelê me qût bike. Her cade, her kolan û her mal şaredariye.”
Li Nisêbîna ku ev saleke dorpêç heye, bi KHK’yan qayyûm tayînê şaredariya Nisêbînê kirin û ji destê gel hat girtin.Şaredariya Nisêbînê ku ji bo 6 taxên bi têlan hatiye dorpêçkirin û 9 taxên din xebat têkildarî pirsgirêkên gel de dimeşand û têkildarî hilweşîn û tespîtan de jî serlêdana qeydan digirtin. Deriyê avahiya şaredariyê di 11’ê îlonê de bi qayyûman ji gel re hat girtin. Piştî vê xebatê li taxan ku her tim dihat meşandin ji 15’ê îlonê şûnde dîsa dest pê kir.
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kayayê têkildarî mijarê de got her mal avahiya şaredariyê ye û got xebat hatine destpêkirin. Sarayê wiha got: “Qayyûm hatiye avahiya şaredariyê. Ji bo me her qad, her cade û her mal avahiya şaredariyê ye. berê gel dihat cem mel ê niha emê biçin. Emê xwedî li îradeya gel derkevin. Em vê biryara li dijî îradeya gel nas nakin û tenê avahî hatiye dagikirin. Avahiya şaredariyê ya bi dagirkirinê veguhertine qerekolê ji saziyên dewletê ne cudatire.”
‘Nekarin îradeya me bişikînin’
Sarayê di berdewamiyê wiha got: “Şaredarî ji avahiyê ne pêkane. Wan tenê dest danîn ser şaredariyê. Lê ev di alî gelê Nisêbînê de pêkanînek vala ye. nekarin îradeya me û gel bişikînin. Avahî dagirkirin û li saziyên dewletê saziyek din zêde kirin. Ji bo me ti wateya wê avahiyê tine. Ev 2.5 sale em li ser peywirê bûn. Em her tim di nava gelê xwe de bûn. Em niha jÎ heta dawiyê li cem gelê xwe ne. Bila gel bizane ku emê her tim xwe bigihînin wan. Em dîsa şaredarên wane. Gel em anîn ancax ew dikarin bibin.”
‘Divê Nisêbînê xwedî li îradeya xwe derkevin’
Sarayê anî ziman ku heta niha jig elek bajarên Tirkiyeyê, Kurdistan û Ewropayê piştgirî girtine û got piştî şaredarî hatin desteserkirin divê piştigrî zêdetir be. Sarayê her wiha got divê gelê Nisêbînê divê zêdetir xwedî li îradeya xwe derkevin. Sarayê bi lêv kir ku ew soz didin gelê xwe ku wê Nisêbîna rengî bibine Nisêbîna berê.
(kom\hu)