Jinên Îranê qedexeya bisîkletê protesto dikin
09:12
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Îranê li dijî fetvaya ku ajotina bisîkletê qedexe dike di çapemeniya civakî de vîdeoyên ku bîsîkletan dajon parve dikin.
Li Îranê lîderê olî Alî Khameneî fetvaya ‘ajotina bisîkletê ya jinan bala mêran dikişîne. Civakê xera dike. Ji ber vê li dijî îfeta jinê ye. ajotina bisîkletê ji bo jinê qedexeye.’ Weşand. Jinên îranê jî li dijî vê pêkanîna ku jiyana wan dike bin zextê bertekên xwe tînin ziman. Jinan di çapemeniya civakî de vîdeoyên ku bîsîkletan dajon li ser çapemeniya civakî parve dikin. di vîdeoyekê de jinek bi dayika xwe re li Girava Kîsh bîsîkletê dajo û dibêje ‘ajotina bîsîkletê parçeyek ji jiyana me ye’ û du jinên din jî bîsîklet kirê kirin û gotin ew dest ji bîsîkletên xwe bernadin.
Jinek din jî bi mêrekî re bîsîkletê dajo û bertekên xwe tîne ziman. Nûnera Azadiya Min Veşariye ya ku tevgerek civakî onlîne, Masîh Alînejad jî li dijî qedexeyê kampanyayek da destpêkirin û jinên îranê li ser #IranianWomenLoveCycling hashta vîdeoyên xwe parve dike.
Çavkanî: http://www.abc.net.au/
(gd/hu)