5 şervanên YPJ/YPG'ê bi tilîliya dayikan hatin oxirkirin
09:27
JINHA
QAMIŞLO– Welatiyên bajarê Qamişlo 5 şervanên YPJ-YPG'ê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmeke girseyî oxir kirin.
Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê 5 şervanên YPJ-YPG'ê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmek hatin oxirkirin. Gel ji bo merasîmê li ber Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kom bûn. Cenazeyên du şervanên YPJ'ê Viyan Zîlan û Amara Koçer ku di berxwedana Til Hemis de û 3'ê şervenên YPG'ê Egîd Qamişlo, Xerîb Qamişlo û Qehreman Qamişlo anîn goristanê. Di destpêka merasîmê de şervanên YPJ-YPG’ê merasîmek leşkerî pêk anîn. Paşê rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Telal Şêxo axivî. Telal di destpêkê de ji malbatên têkoşeran re sersaxî xwest û girêdana bi rêya têkoşerên şoreşê re anî ziman.
Her wiha endamê Rêveberiya Xweser a Kontona Cizîrê Dijwar Ehmed jî wiha got: "Em ê şopdarê van şehîdên xwe bimînin û di rêya wan de serketina şoreşê misoger bikin"
Fermandarê YPG'ê Macid Terbesbiye jî şervanên cangorî bi bîr anî û got: "Em soz didin ku li ser şopa van şehîdan bimeşin." Her wiha li ser navê malbata şervanan Egîd Înad jî ji malbata şervan Qeherman Qamişlo Çekdar Qamişlo nêrînên xwe anîn ziman û girêdana bi xeta têkoşerên xwe nû kirin.
Di dawî de bawernameyên têkoşera dane malbatanên wan û cenazeyên şervanan di nav dirûşme û tîliliyên dayikan de oxirê bêdawitiyê kirin.
(cg/en/rc)