KJA ya Wanê jin vexwendin mitîngê

13:31

JINHA

WAN – Têkela KJA ya Wanê bi civîna çapemeniyê jin vexwendin mitînga roja şemiyê dê di çarçoveya kampanya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” de bê li darxistin.

Di çarçoveya kampanyeya KJA yê ya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” de dê roja şemiyê saet di 11.00’an de li Parka Musa Anter mitînga jinan bê lidarxistin. Ji bo vexwendinê jinan li Navenda DBP’ê civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de Hevseroka DBP’a Wanê Sevinç Şeker, Hevseroka HDP’a Wanê Gulistan Orhan, Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dilek Ocalan, Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dirayet Taşdemir, Endama MYK ya DBP’ê Gulcihan Şimşek, Dayikên Aştiyê û aktivistên KJA yê amadebûn.

Di civîna çapemeniyê de Hevseroka DBP’a navçeya Rêya Ermişê Rojbin Bor diyar kir ku armanca wan a lidarxistina mitingê ji bo piştevaniya jinên bi salane zilmê dibînin û wiha domand: “Ji bo wê ji em bang li hemû jinên Wanê dikin ku roja şemiyê saet di 11.00’an de tevli mitinga li Parka Musa Anter bibin.”

Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan jî destnîşan kir ku her roja diçe têkoşîna jinan li hember konsepta şer mezin dibe. Bedia bilêv kir ku jin bi mezinkirina kampanya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” re peyamên giring didin. Bedia îskenceya li Ekin Wan hatî kirin bibîrxist û got: “Nasnama Ekin Wan nasnama jinên kurde. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo ku hîn zêdetir êşên şer neyê kişandin em ê qêrîna xwe ya ji bo aştiyê bilind bikin.”

(hk-db/zt)