Ji Swîsreyê ber bi Cizîrê ve şêwirmendiya jinan
14:05
JINHA
BELLİNZONA - Jinên Kurd ên li Swîsreyê, ji bo piştgiriyê bidin Cizîrê çûn karê zeviyan û qezenca xwe ji Cizîrê re şandin.
Jinên Kurd ên li bajarê Bellînzona yê Swîsreyê dijîn, bi komek ji 16 kesan koorperatîfek ava kirin. Piştî ku hêzên dewletê li Cizîrê komkujî kirin, jinên Kurd bi têgihiştina 'eger em nikarin xwe bigihînin welêt, hingî gelek tişt hene ku em dikarin li vir bikin' ketin nava tevgerê. Ji bo alîkariya Cizîrê bikin, jinan ewilî pelê mêwan dan hev. Jinan piştre ev pel firotin û hatineya ji vir bi dest xistin, şandin ji bajarên xwerêveberiyê yên hatine xerakirin. Jinan dan xuyakirin, ku ew ê vî karê xwe bidomînin û bi gotina 'xweza têra her kesî dike' dest bi karê rîçal, konserve û hevdana şahberûyan kirin.
Dîlan Çetînkaya li ser vî karê kooperatîfê agahî da û got, "Me bûyerên li Cizîrê ji televîzyonê şopandin. Hevalan gotin, 'em bi hezaran kîlometre dûr jî bin, tiştekî em dikarin bikin heye' û bi vî rengî me dest bi vî karÎ kir." Dîlan da xuyakirin, ku bi saya afirandina aboriya komunal a bi hêza jinê, ew dikarin ji mejiyê serdestan rizgar bibin.
Dîlan da zanîn, ku ew ê vî karê xwe bidomînin û hatineyên wê hem ji Bakurê Kurdistanê hem jî ji Rojavayê Kurdistanê re bişînin.
(zt)