Ji bo hevdîtina jinan li taxan belavok hatin belav kirin

14:56

JINHA

WAN - Ji bo hevdîtina jinan a 24’ê îlonê bi pêşengiya KJA yê dê li Wanê bê lidarxistin li nava taxan belavok hatin belavkirin.

Bi pêşengiya Kongra Jinên Azad (KJA) yê di çarçoveya kampanya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedîderdikevim” di 24’ê îlonê de li Parka Musa Anter bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Berdevka Ayla Akat Ata bê lidarxistin. Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan û Parlementera Wanê Bedîa Ozgokçe ligel aktîvîstên KJA’yê li taxên Suphan û Karşiyakayê belavok belav kirin û jin vexwendin hevdîtinê. Jinên taxan eleqeyek mezin nişanî xebatên jinan ên di çarçoveya hevdîtina jinan dan.

(hk-db/zt)