ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00


*Li Nisêbîna Mêrdînê di dema qedexeya derketina kolanan de Nurşan Demîr ya 54 salî ji ber ji mala xwe derneket û hat girtin, bi muebetê tê darizandin.

*Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku tayyînkirina qayyûman a ji bo şaredariyên DBP’ê di heman demê de îradeya jinê jî hedef digire û wiha got: “Hewl hatiye dayîn ku îradeya jinê bê tinekirin. Lê çi dikin bila bikin emê berxwe bidin. Em ji wê xwedî li qezencên xwe û pergala hevserokatiyê derkevin.”

*Tîma Voleybolê ya Jinan a Amedsporê ku dest bi amadekariyên sezona nû kirin wê di lîga duyem de têbikoşin. Sporîstên tîmê diyar kirin ku hedefa wan Play-Offin û gotin ew bixwe bawerin.

*Hestên şoreşê herî bedew bi dengên zarokên şoreşê de tê ziman. Şêrîn Merwan Hesen jî dixwaze bi helbestên xwe dengê şoreşê bigihîne tevahiya cîhanê.

*Jinên Rojava li dora destara dîrokî ya ku bi bi keda jinan heya roja îro tê jîndin civata xwe avakirine, genimê dihêrin.

*Piştî tayyînkirina qayyûman a ji bo şaredariyên DBP’ê hedefgirtina saziyên jinan balkişand. Midûra Polîtîkayên Jinan a GABB’ê Hediye Karaaslanê got di du salan de di şaredariyan de polîtîkayên jinan bi awayekî cidî pêş ketiye û wih agot: “Şaredariyên din bi feraseta klasîk dihatin bi rêveberin. Lê şaredariyên me pêşxistina polîtîkayên jinan ji xwe re kirin peywir. Ti zext wê pêşî li xebatên jinan negire.”

*Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî geşedanên dawî nirxand û diyar kir ku polîtîkayên ku dewlet li ser gelê kurd pêk tine, gel dê bi berxwedana xwe pûç bike.

*Zarokên Şengalê li gel karkerên şaredariyê paqijiya wargeha pîroz Êzidîxanê dikin.