‘Gelê kurd di dîrokê de çewan bi serket îro jî bi berxwedana xwe wê bi serbikeve’
09:01
JINHA
ÊLIH – Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî geşedanên dawî nirxand û diyar kir ku polîtîkayên ku dewlet li ser gelê kurd pêk tine, gel dê bi berxwedana xwe pûç bike.
Li Êlihê piştî tayinkirina qayûmê ya li ser şaredariyên DBP’ê di nav gel û hikûmetê de gelek angaşeyên mezin rûdan. Di dema OHAL’ê de li navenda Êlihê êrîş û berxwedana gel a li hemberî êrîşan roj bi roj mezin dibe. Dewlet ji bo şikandina berxwedana gel bi polîtîkayên qirkirina siyasî dest bi binçavkirinanan kir û li Êlihê heya niha bi dehan kes hatin binçavkirin. Derbarê mijarê de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî diyar kir ku polîtîkayên ku dewlet li ser gelê kurd pêk tine, gel dê bi berxwedana xwe pûç bike û got ku gelê kurd çawa di dîrokê de bi ser ket, wê di vê pêvajoyê de jî bi ser bikeve.
‘Hikûmet li Kurdistanê bêhiquqî û bêedeletiyê tevdigere’
Saadetê bal kişand li ser rewşa pêvajoya ku Tirkiyê û Kurdistan tê de ye û got ku, Tirkiyeyê di rewşek aloz de ye. Saadetê anî ziman ku bi darbeya 15’ê Tirmehê re hikûmat AKP’ê di her qadê de mafê mirov û jiyanê binpê dike û wiha axivî: “Di rojên dawî de hikûmet bi taybetî li ser kurdan êrîş û astengiyên bêedeletiyê dide meşandin. Her çiqas darbe li ser navê FETO’ê hatibê kirin jî, di rastiya xwe de ew e ku bingeha êrîşa li hemberî saziyên kurde e. Bi vê yekê re li Kurdistanê çi ji destê wî tê dike û bêhiquqî û edeletiyê tevdigere.”
‘Dewlet bi êrîşan dixwaze gel bêdeng bike’
Saadetê êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li ser Êlihiyan bibîr xist û got ku, dewlet bi êrîşan dixwaze gel bêdeng bike . Saadetê çapemeniya hawûzê ku çavên xwe li hemû êrîş û bêedaletiyê digire jî wiha rexne kir: “Bi binçavkirin û girtinê destûr nade ku gel mafê xwe bipirse. Medyaya aligir jî heman tiştê dike û wek li Tirkiyê tu tişt çênebûbe çavê xwe li her tiştî digire. Li tirkiyê ewqas tişti pêk tên medya wek tişt tune be tevdigere. Divê pêvajoyê re bi sedan sivilan jiyana xwe ji dest dan û hatinê qetilkirin. Medya aligir tu carî qala van tiştan nekir û nexist rojeva xwe. Lê belê em baş dizanin ku li Kurdistanê her roj bi dehan kes jiyana xwe ji dest dide.”
‘Qayûm darbeyek li ser vîna gel e’
Saadetê li ser tayinkirina qayûman jî ev tişt got: “Em tayinkirina qayûme baş nabinin û bêhiqûqiye. Qayûm darbeyek li ser vîna gel e. Gelê Êlihê ji bo nerazibûnên xwe yên li hemberî qayûmê nîşan bide bi şev û roj li qadan bûn. Gel bi çalakî û berxwedana xwe dixwest ku dewlet destê xwe li ser vîna wan bikişine. Lê hêza dewletê li hemberî daxwaz û nerazîbûna gel bi tund êrîşê gel dikir û destûr neda ku gel daxwaza xwe bîne ziman. Ev êrîşên bêhiqûqî rê li demokrasiyê digire.”
Saadetê li ser operasyana binçavkirinê ya li ser endam û rêveberên partiya xwe jî rawestiya û destnîşan kir ku di bingeha darbeyê de ku li ser navê FETO hate despêkirin de saziyên kurd habûne. Saadetê got ku, ew tuçarî bi gelê xwe re serî li hemberî êrîşan danayin û dê heya dawiyê têkoşina xwe bidomînin.
Saadetê di dawiyê de bi lêv kir ku, ew tu carî gelê xwe hewceya dewletê nakin û got: "Îro û şûn ve em ê zêdetir li ba gelê xwe bin û ji bo wan xebatê bikin."
(ho/rc)