‘Ti zext nekare xebatên jinan asteng bike’

09:03

Şehrîban Aslan / JINHA

AMED-Piştî tayyînkirina qayyûman a ji bo şaredariyên DBP’ê hedefgirtina saziyên jinan balkişand. Midûra Polîtîkayên Jinan a GABB’ê Hediye Karaaslanê got di du salan de di şaredariyan de polîtîkayên jinan bi awayekî cidî pêş ketiye û wih agot: “Şaredariyên din bi feraseta klasîk dihatin bi rêveberin. Lê şaredariyên me pêşxistina polîtîkayên jinan ji xwe re kirin peywir. Ti zext wê pêşî li xebatên jinan negire.”

Piştî tayînkirina qayyûman ji bo şaredariyên DBP’ê Navenda Şêwirmendiya Jinan Sitiya Zin a Cizîrê dosyayên wê hatin desteserkirin û Navenda Jinan a Meya jî mifteya wê hat guhertin. Sreokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan li Tikriyeyê yekeme, Yuksel Aslan Acer jî ev 17 roje di bin çavan de ye. Midûra Polîtîkayên Jinan a GABB’ê Hediye Karaaslanê got sedema van zextan eve ku xebatên jinan zîhniyeta serdest nerehet dike û got: “Du salan de di şaredariyên me de xebatên cidî hatin meşandin. Hevşdaredar, endamên meclîsê û herî dawî jî seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Yuksel Acer hatin binçavkirin.

‘Xebatên cidî hatin kirin’

Hediyeyê got midûriyetên Polîtîkayên jinan yên şaredariyên endamên GABB’ê piştî hilbijartinên 2014’an li şaredariyên girêdayê DBP’ê bi biryara meclîsê re li 40 şaredariyê ket faliyetê. Ev di rêveberiyên herêmî de tiştekî yekem bû. Bi hevşaredariyê re li Amed, Wan û Mêrdînê polîtîkayên daîreya jinan bûn sazî û dest bi xebatan kirin. Di du salan de xebatên gelek cidî meşandin.

‘Li dijî polîtîkaya jinan êrîşek cidî dest pê kir’

Hediyeyê got li her sê şaredariyan bi sê yekîneyan rêxistinî hat kirin û wiha pê de çû: “Ev yekîneyên perwerdê, yekîneya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê û yekîneya aboriyê bû. lê van xebatan zîhniyeta serdest nerehet kir. Em polîtîkayên jinan ji pergala hevşaredariyê cuda nabînin. Li dijî pergala hevşaredariyê êrîşên cidî pêk hatin. Piştre pêleke êrîşê ya cidî li dijî polîtîkayên jinan des tpê kir. Gelek kes hatin binçavkirin û ji peywirê hatin durixistin. Seroka daîreya polîtîkayên jinan a yekem Yuksel Acer ev 17 rojin di bin çavan de ye.”

Hediyeyê di dawiya axaftina xwe de ev hewldan û astengkirina wan xebateke valaye û destnîşan kir ku wê di têkoşîna jinê de berdewam bikin.

(be/hu)