Ji ber mala xwe terk nekir bi muebetê tê darizandin

09:05

JINHA

MÊRDÎN – Li Nisêbîna Mêrdînê di dema qedexeya derketina kolanan de Nurşan Demîr ya 54 salî ji ber ji mala xwe derneket û hat girtin, bi muebetê tê darizandin.

Li gorî rojnameya Ozgur Gundem Zindan ya ji aliyê girtiyên jin yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat derxistin, jina bi navê Nurşan Demîr ya 54 salî ku dayika 5 zarokane ji ber di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de ji ber mala wê hat şewitandin û neçar ma jê derkeve, bi hinceta ‘çima te mala xwe terk nekiriye’ hatiye girtin û şandine girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

Nurşan bi hinceta mala xwe terk nekiriye û ji ber ‘Yekitiya dewletê xera kiriye’ ji xala 302’an bi muebeta girankirî tê darizandin.

'Heqeretên giran û îşkence’

Nurşanê bi lêv kir ku ligel kamerayan ji taxê hatiye derxistin û wiha got: “Piştî kamera hatin girtin dijûnên giran hatin kirin û destê me hatin kelepçekirin. Em birin salona sporê û turik kirin serê me. Em li çongan dan runiştin. Piştre li me dan. Îşkence li me kirin û em biçavkirin.”

Nurşanê wiha berdewam kir: “Em derxistin derenceyan û em avêtin. Ev bi rojan wisa berdewam kir. 6 rojan em birçî hiştin û îşkence l ime kirin. Li ber kamerayan kek li me belavkirin û piştî kamera dihatin girtin kek digirtin. Her wiha ji jinên ciwan re digotin li ber kamerayan bêjin em li kolanê rastî tacizê hatine. Zext li jinên ciwan dikirin. Li gel sirûda mehterê îşkence dikirin.”

'Li îfadeyên derew zor dikirin’

Nurşanê da zanîn ku îşkence van jî sînor nameya û li ciwanan ferz dikirin ku têkildarî kesên nas nakin de îfadeyê bidin.Nurşanê got bi vî awayî têkildarî gelek kesan de belge hat amadekirin. Nurşanê wiha got: “Min zarokên xwe şandin gund û ez li malê mam. Lê êrîş zêde bûn û ji ber vê ez neçar mam derkevim. Ez ban li hemû ragiştî dikim kum in serbest berdin.”

(zd/hu)