Destar bi destê dayikan reng dide jiyanê

09:12

Sorgûl Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Jinên Rojava li dora destara dîrokî ya ku bi bi keda jinan heya roja îro tê jîndin civata xwe avakirine, genimê dihêrin.

Li hewşa her maleke rojavayê Kurdistanê, jinên kedkar di demsala payîzê de li hev dicivin, bi kedeke bêhempa berhemên pir xweş û watedar diafirin. Dayikên destar danîbûn pêşiya xwe û bi aweyek dorveger genimê dihêrandin, bi dilek germ em pêşwazî kirin û hestên xwe bi ajansa JINHA'yê re parvekirin.

'Ev kar ked, vîn û heskirinê dixwaze'

Şêxa Mihemed (54) diyar kir ku, ji bo vejandina çanda kevnar ew her sal bi destarê genima xwe dihêrînin û wiha got: "Destar amûreke kevnar e, piranî jî dema ku hîna aş tune bû, an jî dûr bûya, hatiye bikaranîn. Em li Til Temir ji genim pir sûdan digrin. Ar, savar, savarê hûr, dan û hwd. çêdikin. Ev hemû jî ked dixwaze, vîn û hezkirin dixwaze."

'Ked tamê dide jiyanê'

Şêxayê anî ziman ku, wan di ciwantiya xwe de gelek kar kiriye û wiha domand: "Me demên berê pir zêdetir kar dikir. Me şîr didot, sewal xwedî dikir û ji şîr, çerm û gotşên sewalan, pir pêdiviyên xwe pêk dianî. Niha hertişt amede tê ber destên me. Li gor min ked tam dide jiyanê. Hezkirinê çêdike."

'Bi keda xwe me jiyan avadikir'

Haj Fesla ya ku ew jî bi destarê genimê dihêrîne da zanîn ku, wan di salên borî de hêrandina genimê bi aweyek komînal pêk tanîn û wiha axivî: "Berê keç û xort li pêşberî hev rûdiniştin û bi alîkariya hev destar digerandin. Em bi saetan li ser destar diman, me bi keda xwe ev jiyan avadikir. Me sebzeyên xwe bi destên xwe, bi ked û xwîdana xwe tam dida jiyanê. Çi kar li gundan hebûya em tev bi hev re dibûn alîkar, lê niha wiha nîne. Piranî herkes li xwe difikire. Tiştên amede digere. Bi taybet jinên ciwan dibêjin êdî em ne ya vî karî ne. Lê tiştên amede têra tu kes nake."

'Ji bo ciwanan qîmetê van nirxan nemaye'

Hajê bi lêv kir ku, şert û mercên salên borî jî zehmetiyên wê hebû û wiha pêde çû: "Bêguman zehmetiyên berê jî pir bûn. Hin nexweşiyên min çêbûne piranî ji karê berê yê giran e. Mînak av tune bû, em diçûn me ji çemê Xabûrê av dida pişta xwe û dianî gund. Me tevin ên rengîn dirîsa. Yên kesk, sor û zer. Ji bo ciwanên niha qîmetê van nirxan nemayee. Tevin çandeke xweşik bû ku ji dayikan derbasî keçên wan dibû û heya îro jî wiha hatiye. Ez jî ji dayika xwe hîn bûm."

(en/rc)