Li Efrînê 8 şervan hatin oxir kirin
09:45
JINHA
EFRÎN – Bi hezaran welatî li Kanatona Efrînê û herêma Şehbayê, cenazeyên 8 têkoşerên Cebhet El-Ekrad û Eniya Parastina Jinên Şehbayê ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.
Ji bo wergirtina cenazeyên 8 têkoşerên Cebhet El-Ekrad û Eniya Parastina Jinên Şehbayê ‘Medya Kênco (Arîn Efrîn), Sêran Coher (Xwînda Welat), Fîdan Bako ( Viyan Kobanê), Ayrvan Az Celabaşim (Şiyar Şervan), Şervan Mihemed (Şervan Efrîn), Seyid Medûr (Can Feda), Emîne Dawûd (Dêrsim Demhat) û Mihemed Hisên (Hawar Efrîn) yên ku di berxwedana li hemberî êrîşên komên çete yên li ser gundên Şehbayê yên hatin rizgarkirin de jiyana xwe ji dest dane, li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê kom bûn.
Piştî ku cenaze hatin wergirtin, welatiyan bi karwanekî wesayitan berê xwe dan goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindrêsa Kantona Efrînê. Li Cindrêsê bi hezaran welatî bi karwanek mezin têkoşeran pêşwazî kirin.
Piştî merasîma leşkerî û axaftin hatin kirin, nasnameyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin.
Di dawiya merasîman de cenazeyên têkoşeran di nava dirûşmeyên ciwanan ên dilsoziya bi têkoşeran re û tilîliyên dayikan de, spartin axê.
(fr/rc)
Yanıtla veya Yönlendir