Dîlek Ocalan: Em ê politikayên ser gelê me tên sepandin nepejirînin

10:17

JINHA

WAN - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan pêvajo û tecrîda ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan nirxand.

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan pêvajo û tecrîda giran a ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike wiha nirxand: “Rêberê gel ê kurd 17 salin li gel hemû şertên zor û tecrîda giran têkoşîn dike. Em dikarin ligel wan bêjin ku, Hikumeta tirkiye bi van polîtîkayên xwe yên taybet ser Îmraliyê, di kesayeta Rêberê Gel ê Kurd Abdullah Ocalan de ser vîna gelê kurd tê kirin. Abdullah Ocalan jî diyar kiriye ku, ew têkoşîna xwe ji bo gel ê xwe dide.”

Dîlek diyar kir ku, rêya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîna jinane û wiha domand: “Ew polîtikayên qirêj bi pêşengiya me jinan dê têk biçe.Hewceye ku hemû gel ê kurd û taybetî jî em jin li ser van polîtîkayên qirêj bisekinin. Ji ber ku ji bo azadî û têkoşîna jinan Abdullah Ocalan pêşengî kiriye û heya niha jî têkoşîna xwe ji bo azadîya gel û jinê berdewam dike.”

Dîlek bilêv kir ku, di 29’ê Nîsanêde heyeta Konseya Komîteya Ewropa ji bo Pêşîlêgirtina Îşkenceya (CPT) çûye îmraliyê û li wir lêkolînek kiriye. Dîlekê balkişand ser armanc û sedema avkairina CPT’ê ya di çorçoveya peymana mafê mirovan a Ewropayê de hatiye avakirin û got: “Tevî ku dibêje ti kes divê rastî pêkanînên îşkence û dijmirovahiyê neyê’ jî rayedarên saziyê nakevin tevgerê. Aliyekî vê peymanê şert û mercên Birêz Ocalan nedîtiye. Ev sazî ji felsefeya avabûna xwe dur tevdigere.”

‘Gel vîna xwe teslîmî AKP’ê nake’

Dîlek girêdayî tayînkirina qeyûmên 24 Şaredariyên DBP’ê jî wiha axivî: “Dewletê qeyûm daniye ser şaredariyên bi vîna gel hatine hilbijartin. Hevşaredar û Hevserokên me ji peywirên xwe hatin girtin. Dewlet bi wan biryarên xwe nîşanî dike ku, vîna gel tune dikin û guhdarî gotinên wan nakin. Ev Şaredariyên me bi kedên mezin hatin girtin. Ev bêrazdariya li hemberî gel tê kirin nayê qebûl kirin. Kes vîna xwe teslîmî Hikumeta AKP’ê nake. Em jin dê têkoşîna xwe bidin. Hewce bike em ê wek her caran dîsa bedelan bidin, lê em Şaredariyên xwe nakin destê wan.”

Dilêk ji bo çalakiyên jinan ên di çarçoveya kampanya KJA yê ya bi diruşma “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikeve” berdewam dike de û tayîbetî jî hevdîtina jinan a li Wanê jî wiha got : “Di demên nêzîk de dîmenê jinek gerîla li ser medyaya civaki hati parkirin û di dimênan de tê ditîn ku nava avê de ser keviran kaş dike û îskence lê tê kirin ji bo wê divê hemû jin xwedî li hev derbikeve. Ji bo wê jî kampanye ya di meha tebaxê de bi pêşengiya Kongra Jinên Azad (KJA) yê di çarçoveya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedîderdikevim” li her çar aliyê Kurdistanê didome. Mijar û armanca kampanyayê azadîya Rêberê me ye. Êdî divê hemû xebatên me ji bo azadiya Rêberê me be. Em ê ser wî bingeha têkoşînê di 24’ê îlonê de li Perka Apê Mûsa di seat 11.00’an de bi jinên Wanê re bên bahev.”

(hk-db/zt)