Di derbarê Ayşe Acar de biryara ‘bi zorê anînê’
10:48
JINHA
ENQERE - Der barê parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran de ji ber ku tevlî çalakiya mertalên zindî bûye lêpirsîna ku hate vekirin didome, ji Ayşe re ji bo danişînê di 26'ê cotmehê de bê dîtin teblîgat hat şandin, di teblîgatê de gefa ku heke beşdarî dozê nebe dê der barê wê de biryara "girtinê" an jî "bi zorê anînê" bê dayîn tê xwarin.
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran di 18'ê îlona 2015'an de li navçeya Sasonê ji bo ku operasyona hatiye destpêkirin bê rawestandin bi rêveberên HDP û DBP'ê ve çûn herêmê. Bi Ayşe re, Hevşaredarên Êlîhê Sabrî Ozdemîr û Gûlistan Akel, Hevşaredarê Qûbînê Mustafa Ozturk, Hevşaredarên Awîskê Hîdayet Tiryakî û Osman Karabulut, endamên meclîsa şaredariyê, endamên meclîsa giştî ya bajar bi tevahî 83 kesên ku çûbûn hatibûn binçavkirin. Ji mertalên zindî yên 2 rojan di bin çavan de man û derxistin dozgeriyê Sebrî û Gulistan hevserokên HDP û DBP'ê jî di nav de 26 kes hatin girtin. Fezlekekeya ku ji bo wan rojan der barê Ayşe de hat amadekirin şandin Meclîsê. Piştî ku destnedayînên parlamenteran hat rakirin der barê Ayşe de vê carê îdianame hat amadekirin û pêşkêşî dadgehê hat kirin.
Gefa bi zorê anînê û girtînê
2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê ya îdianameya hat amadekirin, qebûl kir ku hema roja dozê diyar kir û ji Ayşe re teblîkat şand. Di teblîfatê de tê gotin ku hete tevlî danişîna 26'ê cotmehê de nebe dê der barê wê de biryara girtinê yan jî bi zorê anînê bê derxistin.
Îdianame li ser esasê ku Ayşe û kesên pê re ji bo bibin mertalên zindî çûne herêmê hatiye amadekirin û dozger mertalên zindî wekî "derveyî rêgezên hiqûqa navneteweyî" nirxandinye.
(zt)