Qeyûmê bi girtina pêşdibistanên kurdî despêkir
12:03
JINHA
WAN – Bi qeyûma danîn ser Şaredariya Erdişê re dest bi qedandina xebatên jinan û çandê kirin. Di serî de atolyeya Buka Baranê û Navena Çandê ya Ronahî jî girtin. Weke ku ev têrnakin vêcarê Pêşdibistana Zarokan a Hêlîn Şen jî girtin.
Şaredariya DBP’ê ya Erdişê ji sala 2014’an heya niha di aliyê çand, ekolojî û xebatên jinê de ked daye. Bi alikariya Hevşaredara girtî Diba Keskin Atolya Buka Baranê ya bukên bi paç tên çêkirin hat vekirin. Ev atolyeya bi alikariya İş-kurê kar dikir ji bo gelek jinan derfetên kar vekir û di heman demê de çand dida jiyandin. Kincên kurdiyên kevnare li wan bebekan dikin. Di çarçolva OHAL ê de bi KHK’ê karê despêkê yê qeyûman qedandina projeyên hilbijartiyanbuye. Muduriya Politikayên Jinan a ku dibiniya şaredariyê de dixebite pasif kirin bi wê re jî 60 jin bun mexdurên qayûmê.
Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî girtin
Navenda Çand û Hunerê ya Rohanî ku 2 salin dest bi xebatê kiriye jî bû hedefa qeyûman. Navenda ji bo ciwanan gelek derfetên dibiniya qursan xwepêşxistinê da avakirin jî bû hedef û di 11’ê îlonê de hat girtin.
Qeyûmê Pêşdibistana Zarokan Hêlîn Şen ku bi kurdi perwrde dida jî girtin
Bi qayûmê ser tabeleya kurdiya Şaredariya Erdişê alaya tirkan daleqandinê dimenek ê bêtehmûliyê ye. Bêtehmûliyekdin a li hember zimanê kurdi Pêşdibistana Zarokan a Hêlîn Şen ku di meha adarê de hatî vekirin 15 xwendekar û 3 mamostayên wê hene ku bi zimanê kurdi perwrede tê dayîn girtin.
Di derbarê 15 kesan de lêprisîn
Siteya web û twittera ser hesabê Hevşaredarên Erdişê hatîn vekirin girtin. Piştî qeyûmê ji bo 15 kesên mafê xwe yê girevê bikaranîne de lêpirsîn hat vekirin.
Ketina Şaredariya Erdişê kirine qereqol, ser welatiyên dikevin hindirê avahiyê lêgerîn dikin.
(va/zt)