Banga tevlîbûna 600'emîn çalakiya Dayikên Şemiyê hat kirin

13:14

JINHA

STENBOL/ENQERE - Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Enqereyê bang li hemû kesî kirin ku tevlî 600'emîn çalakiya Dayikên Şemiyê bibin.

Komîsyona Li Hemberî Windahiyên di bin Çavan de ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbol bi daxuyaniyekî nivîskî bang her kesî kir ku tevlî 600'emîn çalakiya Dayikê Şemiyê yên ku li xizmên xwe yên winda digerin bibin

ÎHD'ê da zanîn ku, di dema ku dewlet bi polîtîkaya 'di bin çavan de windakirin' dihat birêvebirin, malbatên ku zarokên wan di bin çavan de hatin windakirin ku parêzvanên mafê mirovan ji bo xizmên xwe yên winda bibînin bi şîara "Em windahiyên xwe dixwazin" di 27'ê Gulana 1995'an de dest bi çalakiyê kirine.

ÎHD'ê da xuyakirin ku, Xizmên Windayan her hefte roja Şemiyê saet di 12.00'an de li Galatasaraya Stenbolê bi wêneyên xizmên xwe yên winda edalet xwestine û ev tişt ragihandin: "Çalakiya Dayikên Şemiyê ku veguheriye bêîtaetiya sivîl di 24'ê Îlonê de dikeve hefteya xwe ya 600'emîn de. Dayikên Şemiyê ev 600 hefteye li xizmên xwe û edaletê digerin. Em bang li her kesî dikin ku sibe piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê ku li edalet û aştiyê digerin."

Divê hemû kes derkevin qadan

Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê jî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku 24'ê Îlonê roja Şemiyê Dayikên Şemiyê dê cara 600'emîn li ber Lîseya Garatasarayê rûnin. Em jî dê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li kolana Yukselê ya Enqereyê bên gel hev. Em bang li hemû kesî dikin ku piştgiriyê bikin lêgerîna Dayikên Şemiyê ya edalet, heqîqet û aşiyê. Divê hemû kes li qadan bin."

(rc)