ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Jinên KJA'yê ji bo piştevaniya bajarên hatin hlweşandin xebatan didomînin û di çarçoveya amadekariyên zivistanê de li Akademiya Jinê ya Sûrê, sebzeyan hişk dikin, ava firingiyan û konserveyan çêdikin. Hemû jinan banga tevlîbûna piştevaniyê kirin.
*Seroka Daîreya Politikayên Jinan ya Dersimê Ayten Kordu bertek nîşanî girtina Aysel Aslan Acer da û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê bi van pêk anînan tirsa xwe ya li hember têkoşîna jiyan dide der.
*Li taxa Bayirkoy ya Dêrika Mêrdînê di serdegirtina malan a polîsên tevgera taybet de Gurbet Çîçek hat girtin û li zarokan 12 salî îşkence û îstîsmara zayendî kirin.
*Baxçeyên Hewselê yên Amedê ku bi xweşikahî û dewlemendiya xwe mirovan matmayî dihêle, her sal bi hezaran ton hilberîn digihîne herêmê. Jinên li Hewselê dixebitin, huzura xakê dijîn.
*Yek ji alimên girîng yê Kurd Feqiyê Teyran ku li Muksa Wanê hatiye dinê turbeya wî jî li wire û ji bo turbe tine nebe ji aliyê gel ve bi salane tê parastin.
*Gelê Şirnexê ku xaka xwe terk nekirin û di konan de dijîn bi nêzîkbûna zivistanê re şert û mercên jiyana wan zehmet dibe. Hewcedariyên welatiyên 7 taxên rastî êrîşan hatin û hatin hilweşandin, konên zivistanê û sobene.
* Endamên Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê ev 10 roj in li dijî biryara KHK'ê ku 945 mamosteyan ji kar dûr xist, di nav berxwedanê de ne .Mamosteyên jin diyar kirin ku, ji bo hikûmeta AKP'ê civakê li gorî pergal û hişmendiya xwe mezin bike, di serî de dest avêt mamosteyan.