'Di şexsê Yûkselê de têkoşîna jinan hatiye hedef girtin'

09:01

JINHA

DERSIM- Seroka Daîreya Politikayên Jinan ya Dersimê Ayten Kordu bertek nîşanî girtina Aysel Aslan Acer da û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê bi van pêk anînan tirsa xwe ya li hember têkoşîna jiyan dide der.

Li Tirkiyeyê piştî îlankirina Rewşa Awerte (OHAL) polîtîkayên qirkirinê ya li hember siyasetmedarên kurd bê navber berdewam dike. Têkîldarê polîtîkayên qirkirina siyasî û binçavkirina Serokê Daîreya Polîtîkayên Jinan ya Amedê Yuksel Aslan Acer, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan ya Dersîmê Ayten Kordu ne razîbûnê xwe anî ziman û diyar kir ku, êrîşên hikûmetê dê xebata wan asteng neke û wiha got: "Em xebatên xwe li ser bingeha demokrasiyê, ekolojiyê û paradigmaya azad dimeşînin. Dewlet jî bi taybet van qadan hedef girtiye. Bi polîtîkayên binçavkirinê, zextê, êrîş û destavêtinê re hewl didin xebatê me asteng bikin. Li hember her cure êrîş dê têkoşîna me berdewam bike û em ê serî netewînin."

'Darbe di şexsê Yukselê de li hember tevahî jinan hatî kirin'

Aytenê da zanîn ku, hikûmet xebat û têkoşîna jinan li hember xwe wek astengiyê dibîne ji ber vê êrîş dike û wiha domand: "Darbe di şexsê Yukselê de li hemberî hemû jinan hatî kirin. Li Tirkiyeyê binçavkirina Seroka Polîtîkayên Daîrê ne mijarek ji rêzê ye. Di şexsê Yukselê de dixwazin xebatên me vîna me binpê bikin. "

'Divê Yûksel bi lez bê berdan'

Aytenê bal kişand ser binçavkirina Yukselê û got ku, hikûmeta AKP'ê bi van girtinan tisa xwe ya li hember rêxistinbûn û têkoşîna jinan dide der û wiha pêl da axaftina xwe: "Ji ber rêxistinbûna jinan her ku diçe pêşdikeve û pêşengiya çareseriya pirsgirêkên civakê dike, tê hedef girtin. Divê Yûksel bi lez bê berdan û hikûmet dev ji pêk anînên xwe berde. Em ê li hemberî hemû êrîşan xebatên xwe bimeşînin û bi vî awayi xwedî li Yûkselê derbikevin. Pêwîste jin li hember êrîşan bêdeng nemînin û têkoşîna xwe bilind bikin."

(zyd-be/rc)