Jinên KJA'yê ji bo qadên rêveberiyên xweser di amadekariyên zivistanê de ne
09:02
JINHA
AMED - Jinên KJA'yê ji bo piştevaniya bajarên hatin hlweşandin xebatan didomînin û di çarçoveya amadekariyên zivistanê de li Akademiya Jinê ya Sûrê, sebzeyan hişk dikin, ava firingiyan û konserveyan çêdikin. Hemû jinan banga tevlîbûna piştevaniyê kirin.
Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) di meha Tebaxê de bi şîara 'Ez xwedî li serokatî, xak û azadiya xwe derdikevim' û bi dirûşmeya 'Her warek welatek'ji bo avakirina bajarên rêveberiyên xweser kampanyayê dan destpêkirin berdewam dikin. KJA bi armanca piştvaniya gelê li qadên rêveberiyên xweser dijîn bi nêzîkbûna zivistanê re, îsot, balcanan hişk dikin û her wiha konserve û ava firingiyan çêdikin.
'Hewcedarî bi kon û betaniyan heye'
Ji koordînasyona KJA'yê Ruken Akca diyar kir ku wê mehê zivistanê ji bo welatiyan zehmet derbas bibe û got her kes bi qasî ku hêza wan heye bila bikevin nava piştevaniyê. Rukenê wiha got: "Niha ji ber zivistan nêz bûye hewcedarî bi kon û betaniyan heye.her wiha kêmasiya cil û berg, xurekê heye. Esnafên halê yê Amedê ji bo piştgiriyê sebze bê pere dan me."
'Em piştevaniya bi gelê xwe re mezin dikin'
Rukenê bi lêv kir ku di êrîşên qirkirinê de gelek navçeyên Kurdistanê hatine hilweşandin û wiha berdewma kir: "Em wek KJA'yê bi gelê xwe re dikevin nava piştevaniyê. Kampanyaya me daye destpêkirin divê tenê bi vê sînor nemîne. Divê li hemû bajaran jin kampanyayên piştevaniyê mezin bikin. zivistan li pêş me ye û gelek hewcedarî hene. Em niha sebzeyan hişk dikin, ava firingiyan û konserveyan çêdikin."
'Divê her kes piştgiriyê bide'
Rûkenê bang li jinan kir û got: "Em dixwazin jin piştgiriyê bidin me û bi me re sebzeyan hişk bikin, di çêirina konserveyan de bibin alîkar. Em dixwazin bi jinan re kedê bidin. Divê kampanya tenê bi vir sînor nemîne. Divê li her derê jin tevlî vê kampanyayê bibin.Em jinê hestiyar dipên Akademiya Jinan a Sûrê."
(şa/hu)