Li Midûriyeta polîsan li zaroka 12 salî îstîsmara zayendî

09:03

JINHA

MÊRDÎN - Li taxa Bayirkoy ya Dêrika Mêrdînê di serdegirtina malan a polîsên tevgera taybet de Gurbet Çîçek hat girtin û li zarokan 12 salî îşkence û îstîsmara zayendî kirin.

Rojnameya Ozgur Gundem Zindan ku ji aliyê jinên girtî yên girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ve hat derxistin, diyar kirin ku zaroka keç rastî îstîsmara zayendî hatiye.

Li gorî nûçeya di rojnameyê de cih digire, sê meh berê li taxa Bayirkoy a navçeya Dêrika Mêrdînê polîsê tevgera taybet bi ser malan de girtine û îşkence li Gurbet Çîçek û 4 zarokên wê kirine. Gurbet piştî îşkenceyên giran şandine girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Gurbetê tiştên jiya vegot. Gurbetê got dema bi ser mala wê de girtine hemû amûrên malê serobino kirine û heqeret û şîdeta fîzîkî li wê û zarokên wê kirine. Gurbetê wiha got: "Bi hêrsek mezin ketin hundir. Li min û zarokên min xistin. Zarokê min yê mezin 17 salîye. Yê herî biçûk 12 saliye. Difina kurê min jî bi lêdanê şikestin."

'Milê keça min şikestin'

Gurbetê diyar kir ku li Midûriyeta Polîsan jî îşkence û heqeretan berdewam kiriye û got: "Li wir bê navbr li me dan. Em ji hev veqetandin û îşkence l ime kirin. Li keça min R îşkence kirin. Cilên keça min ya biçûk derdixin û dibêjin ger ti neaxivî emê tecawizê te bikin. keça min di travmaya psîkolojîk de ye. her roj digirî."

Gurbetê got piştî dadgehê bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hatiye girtin û got hîna polîs nahêle zarokên wê vegerin mala xwe ya li taxê.

(zd/hu)